22:24 26 Gulan 2018
Heyeta Îmraliyê

Wê li Qada Newroza Amedê peyama Ocalan bê xwendin

© Foto : Yüksekova Haber
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku wê sibê li Qada Newrozê ya Amedê peyamek ku ji gotinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin bê xwendin.

Navenda Nûçeyan — Peyam dê ji aliyê berdevkê heyeta Îmraliyê Sirri Surreya Onder ku ji sala 2013an vir peyamên Ocalan dixwîne ve dê bê xwendin.

Sirri Sureya Onder ji Ajansa Nûçeyan a Dicleyê re ragihand ku piştî ku Ocalan ji Avrêla 2015an vir ve tê tecritkirin, Tirkiye zêdetir hewceyê aştiyê ye û got ku ev rewş ne rewşekî kû bê domandin e. Onder ji ber vê sedemê jî da zanîn ku ji her demê zêdetir hewcedarî bi deng û peyamên Ocalan ên çareseriyê heye.

Onder bang li milyonên ku di salên borî de peyamên Ocalan bi coşek mezin pêşwazîkiribûn kir û xwest ku divê ew girse cardin hîn zedetir derkevin qadan, peyamên Ocalan hembêz bikin û li hemberê hikûmetê ku şer û miranan daye destpêkirin seknekî bidin nîşandan.

Bi heman mijarî:

Hevserokê HDPê Figen Yuksekdag tevî hemû astengiyan dê em herin qada Newrozê
Welatiyên Edeneyê tevî hemû qedexeyan Newrozê pîroz dikin
Peyama Barzanî ya ji bo Newrozê: ‘Divê şer û xwînrijandin were sekinandin'
Peyama Amerîkayê ya ji bo Newrozê
Gelê kurd li her derê xwedî li rûmeta xwe derdikeve: Berxwedana Newrozê
Amed ji Newrozê re amade ye!
Etîketan:
Newroz, peyama ocalan, Heyeta Îmraliyê, HDP, Abdulah Ocalan, Sirri Sureya Onder, Grava Îmraliyê, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de