18:50 27 Gulan 2018
Sîlopî teqîn

Li Nisêbînê 3 teqînên mezin rû dan!

© Foto: Facebok
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li navçeya Nisêbînê ku êrişên hêzên dewletê dewam dike 3 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Nisêbîn - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrişên hêzên dewleta tirk û hewldanên komkujiyê berdewam dikin.

Hat ragihandin ku wesayitên zirxî yên ku xwestin ji ber Dibisana Bulent Pekdemîr têkevin nava taxa Firatê di dema meşa wan de 3 teqînên mezin pêk hat û di encama teqînê de xwelî sed mitro bi hewa ket. Encama teqînan nehat zanîn. Piştî teqînê gelek ambulans sewkî nava taxê kirin.

Tankên ku li ber goristana Weysîka hatine bi cihkirin nava taxa Yenîşehîrê bombebaran dikin. Ji tabura leşkerî ya li taxa Dîcleyê jî bi guleyên hewanan êrişê nava taxa Dîcle û Yenîşehîrê dikin.

Bi heman mijarî:

Li Nisêbînê teqîn: Tankek hat îmhakirin!
Li Nisêbînê teqîn: Wesayîteke zirxî û tankek hatin îmhakirin
Li Nisêbînê hejmara polêsên mirî derket 2an
Li Nisêbînê teqîn: Tankek hate rûxandin!
Li Nisêbînê wesayîta polês û leşkeran li hev qelibîn: 1 mirî û 7 birîndar
Li Nisêbînê teqîneke dijwar: 2 polês birîndar bûn
Ji Mêrdînê ber bi Nisêbînê ve sewqiyata leşkerî
Etîketan:
êriş, teqîn, artêşa tirk, YPS, Nisêbîn, Mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de