02:39 18 Çile 2018
Zindî
    Figen Yuksekdag

    Hevserokê HDPê Figen Yuksekdag tevî hemû astengiyan dê em herin qada Newrozê

    © Foto: © Fotoğraf: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Li dijî welatiyên ku ji bo Newroza li Bakirkoyê derketin rê hemû avahiyên HDPê hatin dorpêçkirin û kesên ku dixwazin biçin qada Newrozê tên binçavkirin.

    Stenbol — Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag, Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDPê Filiz Kerestecioglu, Pervin Buldan, parlamenterê HDPê yê berê Levent Tuzel li avahiya HDPê ya Bahçelievlerê bûn û kolana ku derdikeve avahiyê ji çûn hatinan re hate girtin.

    Polêsan li Qada Bakirkoyê kontrola GBTê dike û 3 kes hatin binçavkirin. Xebatkara Dengê Amerîkayê Zozan Yaşar ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. 4 welatiyên ku xwestin bi metrobusê ve biçin Bakirkoyê hatin binçavkirin.

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û kesên pê re ber bi Bakirkoyê ve dest bi meşê kirin.

    HevserokaHDPê FIgen Yuksekdag û DBPê Kamuran Yuksek ji ber ku polÊsan rojnamegeran nehiştin bikevin avahiya HDPê ya Bahçelievlerê di têketina kolanê de daxuyanî dan. Yuksekdag astengkirina polêsan şermezar kir, li hemberî astengkirina Walîtiya Stenbolê ya pîrozbahiyên Newrozê nerazîbûn nîşan da. Yuksekdag got ku dê astengî wan bêzar neke. Yuksekdag anî ziman ku ew ê bi parlamenteran ve biçin Bakirkoyê.

    Bi heman mijarî:

    Welatiyên Edeneyê tevî hemû qedexeyan Newrozê pîroz dikin
    Peyama Barzanî ya ji bo Newrozê: ‘Divê şer û xwînrijandin were sekinandin'
    Cerdevan jî tevlî operasyona li Şirnexê bûn
    Polêsan bi ser avahiya HDPê ya Enqereyê de girtin
    Peyama Amerîkayê ya ji bo Newrozê
    Etîketan:
    pîrozkirin, Newroz, mudaxale, polês, HDP, Pervin Buldan, Levent Tuzel, Figen Yuksekdag, Kamuran Yuksek, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de