17:04 22 Çile 2018
Zindî
    Xwepêşandan

    Gelê kurd li her derê xwedî li rûmeta xwe derdikeve: Berxwedana Newrozê

    © AFP 2018/ / ILYAS AKENGIN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Êrişên hêzên dewleta tirk li Stenbolê didome. Heta vê demê riyên ku diçin qada Newrozê hatine girtin, êrişên polêsan berdewam dikin û bi dehan welatî hatine binçavkirin.

    Li Stenbolê herî kêm 120 kes hatin binçavkirin!

    Li Stenbolê êrişên dewleta tirk yên li dijî welatiyên ku dixwazin bigihêjin qada Newrozê berdewam dike.

    Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 120 kes hatine binçavkirin û gelek welatî jî ji hêla polêsên tirk ve hatine derbkirin.

    Li Stenbolê di van saetan de li gelek noqteyan êrişên dewleta tirk û berxwedana gel berdewam dike.

    14:00 — Yuksek û Yuksekdag ber bi Bakirkoyê ve dimeşin

    Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek û kesên pê re ber bi Bakirkoyê ve dest bi meşê kirin.

    Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek ji ber ku polîsan rojnameger negirtin avahiya HDPê ya Bahçelîevlerê di têketina kolanê de daxuyanî dan. Yuksekdag astengkirina polîsan şermezar kir, li hemberî astengkirina Walîtiya Stenbolê ya pîrozbahiyên Newrozê nerazîbûn nîşan da. Yuksekdag got ku dê astengî wan bêzar neke. Yuksekdag anî ziman ku ew ê bi parlamenteran ve biçin Bakirkoyê.

    Yuksekdag da zanîn ku bi hezaran kesên ku ber bi Bakirkoyê derketine rê hatine astengkirin. Yuksekdag a ku nirxandina "Qedexe be bêzar nake" kir û bi kesên pê re ber bi qada mîtîngê ve derketin rê.

    Li aliyê di li Şîrînevlerî endama KJAyê Gulîstan Aydin hate binçavkirin. 

    13:00 — Li Stenbolê riyên ku diçin qada pîrozbahiya Newrozê hatin qedexekirin

    Daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hate gotin: ‘Riyên Qada Pazarê, ku pîrozbahiyên Newerozê lê were kirin ji saet 07:00an heya ku pîrozbahî bi dawî bibin hate qedexekirin.

    Di çerçoveyê de Bulvara Ekrem Kurt, Bulvara Îsmail Erez yê ku li ba Marmara Formê ye û riya ku ji D-100ê girêdayê Bulvara Îsmail Erez ê dibin hatin qedexekirin. Riyên alternatîf jî wiha ne riyên ku dikevin Bulavarên Ekrem Kurt û Îsmail Erezê hemû riyên mayîn welatî alternatîf dikarin bikar bînin.

    Gelê kurd li her derê xwedî li rûmeta xwe derdikevin: Berxwedana Newrozê

    AGIRÎ

    Riha - Newroz - Baydemir - Dilek Ocalan
    Riha - Newroz - Baydemir - Dilek Ocalan

    Li Agiriyê ku di demên dawî de di operasyonên qirkirina siyasî de bi dehan kes hatin girtin, li gel hemû êrişan jî amadekariyên Newrozê ku dê Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag jî tevlî bibe hate kirin û gelê Agiriyê amade ye ku agirê cejna vejînê pêxê. Ji bo pîrozbahiya sibê ku di saet 10.00an de li Otogara Şaredariyê pêk were nêzîkê 30 hezar belavokên destan hatin belavkirin û wesayîtên anonsê hê jî li taxan ji bo beşdariyê anonsan dikin. Ji gelek navçe û bajarên derdorê jî tê payîn beşdarî çêbin û ji bo ewlehiya kesên beşdarî pîrozbahiyê dibin jî bi dehan kes hatin pêywirdarkirin.
    Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Kutbettin Aslan da zanîn ku bi avakirina platformê dê hemû xebat bi dawî bibin û bang li welatiyan kir da ku bi rihê berxwedanê beşdarî pîrozbahiyên sibê bibin.

    TETWAN

    Li Tetwanê Parlamenterên HDPê yên Bedlîsê Mizgîn Irgat û Mahmût Celadet Gaydali jî di nav de endam û rêvebirên HDP û DBPê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê sibê li Qada Fuarê ya Tetwanê were kirin li navenda navçeyê belavok belav kirin. Her wiha ketin û derketina gundên navçeyê ji aliyê Qeymeqamiya Tetwanê ve ji bo 48 saetan hate qedexekirin.

    SÊRT

    Ji bo Newroza ku dê sibehê li Sertê bê pîrozkirin xebat û amadekarî didomin. Ji bo bangawaziya pîrozbahiyê belavok hatin belavkirin.Parlamentera HDPê Besîme Konca bi welatiyan re sohbet kir û xwest ji bo geşkirina agirê Newrozê tevlî pîrozbahiyê bibin.
    Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran yuksek û parlamenterên HDPî dê beşdarî pîrozbahiya li qada Newrozê ya Taxa Barişê bibin.

    MANÎSA

    Li navçeya Salîhliyê ciwanên ku hatin cemqedexekirina Newrozê şermezar kirin. Ciwanên ku li taxa Gaffar Okan hatin cem hev agirê Newrozê pêxistin, dirûşmên "Bijî berxwedana YPS" "Bijî berxwedana xweseriyê" "Bijî Serok Apo" "YPS dimeşe erd û ezman diheje" berzkirin. Ciwan bi diruşman li nava taxê geriyan û piştre jî agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

    ÎZMÎR

    Newroza Amedê amadeye
    © Foto: Omer Faruk Baran

    Piştî ku Walîtiya Îzmîrê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir, polîsan Qada Gundogduyê bi bariyeran ve girtin. Welatiyên ku bi israr xwestin newrozê pîroz bikin li ber avahiya HDPê ya li Çankayayê kom bûn. Ligel ku polîsn hemû riyên ku diçin avahiya HDP'ê girtin lê welatiyan dirûşmên "Bijî Newroz" berz kirin. Welatiyan ji bo şermezarkirina binçavkirin û girtinên demên dawî de pankarta "Pêkûtî me bêzar nakin" "Bijî berxwedan em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hate vekirin. Jinan cilên xwe yên gelerî li xwe kirin. ESP, EMEP, KALDIRAÇ, KOZ, PARTÎZAN, Devrîmcî Partî jî piştgirî dan çalakiyên. Di çalakiyên de xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin. Li ser navê HDPê Canan Kaplan axivî û diyar kir ku biryara qedexeyê ne hiqûqî ne jî rewa ye.
    Parlamenterê HDPê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku ew qedexeya Newrozê nas nakin û qedexe, qedexeya Erdogan e. Kurkçu bilêv kir ku dewletê di dawiyê de hesabê hemû dizî, qatlîam û nelirêtî û qatlîaman bipirsin.
    Piştî axaftina Kurkçu çalakî bi dawi bû.
    Li navçeya Karşiyakayê jî gel li taxa Yamaçê hatin cem hev û agirî Newrozê pêxistin.Polîsên ku hatin taxê êrîşî gel kirin gel bi parastina cewherî bersiv dan polîsan. Piştî ku polês ji taşxê vekişiyan pevçûn bi dawî bû.

    AYDIN

    Qada Newrozê ji aliyê polîsanv e hate dorpêçkirin. Polêsan qad bi bariyeran ve girtin. Polêsan welatiyên ku xwestin bikevin qadê jî asteng kirin û hin wesayît dane sekinandin û lêgerîn kirin. Li taxan balafirên bêmirov geriyan, li hin malan jî lêgerîn hate kirin. Lê ligel hemû qedexeyê jî HDPê bang li welatiyan kir ku saet di 17.00an de li qada Newrozê be.

    Bi heman mijarî:

    Taxa kurdan hat topbarankirin: 4 mirî, 7 birîndar
    FLAŞ ÎDIA - Parlamenterê HDPê: ‘Dewleta Tirk li Geverê gaza kîmyewî bi kar anîye'
    Kurdên ku tevlî DAIŞê bûne Hejmara wan hat diyarkirin
    Li Geverê êriş û şer: 4 endamên JOH hatin kuştin
    Amed ji Newrozê re amade ye!
    Etîketan:
    Newroz, qedexe, pîrozbahî, Ewlekariya Stenbolê, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de