18:10 24 Hezîran 2018
Binçavkirin

Li Agriyê qirkirina siyasî - 25 kurd hatin girtin

© REUTERS / Suzanne Plunkett
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Agirî di çarçoveya operasyona li hemberî HDPê de 25 sîyasetmedarên kurd hatin girtin.

Agirî — Li bajarên kurdan qirkirina siyasî berdewam e. Îro li bajarê Agirîyê 25 sîyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Parêzgariya Agirî derbarê kesên hatine girtin de daxuyaniyek da.

Parêzgariya Agirî di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ew kesên hatine girtin, 3 meh in ku ji bo destpêkirina şer û bicihkirina sîstema rêveberiya xweser perwerde dibûn.

Kesên hatine girtin bo dadgehê hatin şandin.

Dadgehê bi hêceta ku endamitiya "rêxistina terorîst" û avakirina "rêxistina terorîst" biryara girtina 25 kesan da û biryara serbest berdana 3 kesan jî da

 

 

Bi heman mijarî:

Li Agirî, Mûş û Erzeromê 26 kes hatin girtin
Li Agirî û Rihayê 18 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
siyasetmedarên kurd, kurd, sîstema rêveberîyê, girtin, Agirî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de