22:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: 'Dewleta tirk li Cizîr û Sûrê wehşetek kir'

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    150

    Berdevka Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Maria Zaxarova derbarê komkujiyên li bajarên kurdan de ragihand li Cizîrê 150 welatî saxesax hatin şewitandin, li tevahiyê Şirnexê 500 kes hatin qetilkirin û banga lêpirsînê kir.

    Moskova - Maria Zaxarova li ser rûpela fermî ya wezaretê de daxiyaniyeke nivîskî weşand û got: ‘Me materyalên ku televizyona Russia Todayê (RT) ên  derbarê êrişên artêşa tirk ku qaşo di bin navê operasyonên li dijî terorê dikin de lêkolîn kirin. Bi taybetî li gorî dîmenên li Sûrê û Cizîrê hatiye kuştin tê xuyakirin ku wehşeteke mezin hatiye kirin.'

    '150 kes bi saxesax hatin şewitandin'

    Daxuyaniya Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê wiha berdewam kir: ‘Li gorî agahî û delîlan, tenê di nav bînakî de 150 kes bi saxesax hatin şewitandin. Li navend û navçeyên Şirnexê nêzî 500 welatiyên sivîl hatin qirkirin.'

    'Ji bo lêpirsînê mekanîzmayên navneteweyî hene'

    Di wê daxuyaniyê de Zaxarova ragihand ku peywireke mezin li ser Rêxistina Efû ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan dikeve ku civaka navteweyî bala xwe bide vê bûyerê û got: ‘Ji bo lêpirsînê prosedur û mekanîzmayên navneteweyî hene.Ya girîng ew e ku di çarçoveya wan proseduran de mekanîzma dest bi hewldanan bike.'

    Tê zanîn ku RTê jî bang li NYê kiribû ku derbarê kokmkujiya li dijî kurdan lêpirsînê bide destpêkirin û ji bo wê yekê jî di sîteya change.orgê de kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: ‘Êrişên Tirkiyayê ya li ser kurdan li dijî mirovahiyê ye'
    Ji Zaxarova bo berdevkê amerîkî: 'Beriya ku em devê te bigirin, dikarî rastiyê hîn bibî'
    Zaxarova: 'Mafê Enqereyê tunebû firîna çavdêrî betal bike'
    Zaxarova: ‘Amerîka dixwaze Rûsya û YEyê dorpêç bike'
    Zaxarova bertek nîşan da: 'Çalakiyên Tirkiyeyê nayên qebûl kirin'
    Zaxarova: ‘Şanda Hikumeta Sûriyeyê li Cenevreyê ye'
    Etîketan:
    lêpirsîn, komkujî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê, Rêxistina Efû ya Navneteweyî, NY, Mariya Zaxarova, Tirkiya, Sûr, Şirnex, Cizîr, Amed, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de