09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Newroza Stenbolê - Demirtaş

    Demirtaş: ‘Serê xwe tu caran li hember faşîmê netewînin'

    © Foto: Batman Çagdaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê HDPê SelahatînDemirtaş li Newroza Dêrsimê ya ku ji aliyê dewleta tirk ve hatibû qedexekirin de axivî û bang li gel kir û got: ‘Em ji tu tiştan natirsin. Emê serê xwe li hember faşîzmê tu caran netewînin.'

    Dêrsim - Walîtiya Dêrsimê pîrozbahiyên Newrozê qedexe kiribû lê gelê Dêrsimê guh nedan qedexeyê û bi hêviyê aştiyê ber bi qada Newrozê ve herikîn.
    Newroza Dêrsimê bi bêşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, Hevberdevka HDKê Gulîstan Koçyigit û Serokê EMEPê Selma Gurkan li  Qada Seyid Riza hate pîrozkirin.

    ‘Bila ev yek li wan bibe dert û bibe ders'

    Hevberdevka HDKê Koçyigît  qedexeya li dijî pîrozbahiyên Newrozê  bi zimanekî tûj rexne kir û got: ‘Wezîrê Karên Hûndri dibêje Newroza Dêrsimê qedexeye. Wa ye ji we re qedexe. Kî dikare Newrozê li gelê Dêrsimê qedexe bike? Ew gelê Dêrsimê nas nakin. Îro li vê qadê bi hezaran însan bi hêviya aştiyê hatin ba hev. Bila ev yek li wan bibe dert û bibe ders înşalleh.'

    Demirtaş: ‘Dîroka Newrozê ji nûve tê nivîsandin'

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selehattîn Demirtaş jî derket pêşberî hezaran û got: ‘Zixt û zora dewletê herî zede gele Dêrsimê his dikin. Îro herî zede ew dizanin ku pêvajo çiqas dijwar e. Di Newroza îsal de wê dîrok ji nû ve bê nivîsandin.  Gelê kurd wê dîroka xwe bi berxwedaneke bêhempa binîvîsin. Ez hemû gelê me yên li dijî zilm û zordariya AKPê li berxwe didin, silav dikim. Îro ji ber ku em dixwazin li ser axa xwe bi ziman, çand, nasname û cewherê xwe bijîn em rastî felaketê tên. Em tene qetilkirin.  Newroza 2013-14-15an ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoyeke nû ye.'

    An itibari ile dersim newrozu

    HDP Dersim tarafından gönderildi 18 Mart 2016 Cuma

    ‘AKP piştevanê terorîstan e!'

    Demirtaş, destnîşan kir ku hikumeta AKPê îro siyaseta dîktatoran dimeşîne û dixwaze hemû welat li ber wî sere xwe bitewîne û wiha berdewam kir: ‘Terorîstên DAİŞê yên tecawizkar, kî û çit ê ber wê talan dike, qetil dike. Yên serî li hember wan danaynin tune dikin. Kesên serî li hember DAÎŞê  radikin bi awayekî derînsanî tên qetilkirin. Lê em dibinin ku ev komên terorîst yên hovane yên wekî DAIŞ, El Nusra û Ehrar El Şam ji aliyê hikmeta AKP û aligirên wê ve tê parastin, xwedikrin. AKP bixwe piştevanê terorîstan e!'

    ‘Serê xwe tu caran li hember faşîmê netewînin'

    Demirtaş, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, wî tu caran serê xwe li hember faşîzmê netewandiye  û dê netewîne jî û wiha berdeam kir: ‘Em ne bi girtinê û ne jî bi kuştinê tu caran teslîmî faşîzmê nebûn. Nikarin me bi girtinan û kuştinan bitirsînin. Ez ji bang li heval û hogirên xwe dikim;  Li berxwe bidin. Serê xwe tu caran li hember faşîmê netewînin'

    Etîketan:
    faşîzm, pîrozbahî, Newroz, HDK, EMEP, HDP, Gulîstan Koçyigit, Selma Gürkan, Selahattin Demirtaş, Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de