20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Riha - Newroz - Baydemir - Dilek Ocalan

    Baydemîr: ‘Agirê Newrozê wê di wijdanan de bibe çirûskê aştiyê'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Riha û navçeyên wê Newroz hate qedexekirin. Lê ligel hemû zext û qedexeyan li navçeyên weke Hêweng, Pirsûs û Bêrecûkê agirê Newrozê hat pêxistin.

    Riha - Gelê Bêrecûkê ya Rihayê li gel hemû qedexeyan bi beşdarbûna parlementerê Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan li hev civîyan û xwestin Newroza xwe pîroz bikin.

    Lê hezên dewletê bi awayekî tund mudaxaleyî gel û parlementeran kirin û dest danîn ser êzingên pîrozbahiyê. Ji ber vê yekê alozî derket û polêsan êriş birin ser gelê li qadê civîya ne. Polêsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyê gel kirin.

    Parlementer Osman baydemîr, Dîlek Ocalan û hinek welatî ji ber êrişa polêsan bi birîndar bûn. Baydemîr li gel vê yekê êrişê şermezar kir û kravata xwe şewitand û kir agirê Newrozê.

    Baydemîr di axaftina xwe de ragihand ku kesên ku tehmula wan li agirê Newrozê tune ne bila zanibin ev agir bi sed salan e ku tariyê ronî dike û wiha berdewam kir: ‘ Li gel hemû provakasyonan em dîsa dibêjin aştî û emê her dem doza aştiyê bikin. Em ev zihniyet û hişmendiya siyasî ya hovane şermezar dikin. Agirê Newrozê wê di wijdanan de bibe çirûskên aştiyê. Wan nehiştin ku em agirê Newrozê pêxin. Lê ezê wekî protestoyê kravata xwe bişewitînim.'

    Hate ragihandin ku ciwanekî bi navê Yusuf Ozyılmaz  jî hate binçavkirin.

    Etîketan:
    pîrozbahî, agirê newrozê, HDP, Yusuf Ozyılmaz, Dilek Ocalan, Osman Baydemir, Pirsûs, Bêrecûk, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de