22:58 20 Îlon 2017
Zindî
    Orhan Mîroglu

    Serokê MÎTê yê berê: Orhan Miroglu endamê JITEMê bû!

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 617610

    Serokê Daîreya MÎTê yê berê Mehmet Eymur ragihand ku Wekîlê AKPê Orhan Miroglu ku dema qetilkirina Apê Mûsa de endamê JITEMê bûye û nasnavê wî jî 'Tayfun' bûye.

    Enqere - Rûniştina doza derbarê qetilkirina Mûsa Anter ku bi doza JITEMê re kiribûn yek li Enqereyê berdewam kir.

    Di rûniştina dozê de Serokê Daîreya MÎTê yê berê Mehmet Eymur bi sifeta şahidê îfade da.

    'Mûsa Anter ji hêla Yildirim ve hate kuştin'

    Eymur ragihand ku ew bi Mahmut Yildirim ê ku weke qatilê Apê Mûsa tê zanîni li derveyê welêt tevli operayonan bûne û got: ‘Derbarê revandina 2 welatiyên Îranê de ez ketim lêpirsîna wî. Yidirim di wê lêpirsînê de ji me re got ku wî Apê Mûsa kuştiye. Hin kesên ku Mahmût Yildirimê kontrol dikirin hebû. Hûn dikarin bi riya MÎTê gazî wan kesan jî bikin. Derbarê vê mijarê de agahiyên wan jî hene.'

    'Mahmut Yildirim, bi nasnavê 'Tayfun' Miroglu nas dikir'

    Mehmet Eymur di îfadeya xwe de derbarê Wekîlê AKPê Orhan Miroglu ku dema qetilkirina Apê Mûsa de ligel wî bû de agahiyeke girîng anî ziman û got: ‘Mahmut Yildirim di lêpirsîna xwe de got ku ew Orhan Mirogluyê bi navê ‘Tayfun' nas dike û ji bo ku qetilkirina Apê Mûsa di situyê PKKê de bimîne wê birîndar kiriye lê nekuştiye.'

    Ji hêla din ve tê zanîn ku Arif Dogan ê ku weke damezirênerê JITEMê tê nasîn, di axavtina xwe ya televizyoneke nêzî AKPê de ragihandibû ku Miroglu li Apê Mûsa îxanetê kiriye û di qetilkirina wî  de tiliya wî heye.

    Bi heman mijarî:

    Ji doza Mûsa Anter dîsa encam derneket
    Nasnameyên 5 şervanên YPSê diyar bûn
    TUHAD-FED: Em ji hêla çapemeniya alîgir ve tên îlegalîzekirin!
    Cerdevanan îstifa kirin: ‘Dem dema yekîtiyê ye'
    Polêsan êrişî parlamenterên HDPê û gel kirin
    Etîketan:
    MÎT, JITEM, Mahmut Yildirim, Arif Dogan, Mehmet Eymur, Mûsa Anter, Orhan Miroglu, Enqere, Amed, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de