07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya HDP

    HDPa Stenbolê: ‘Em gelê xwe vedixwînin qada Bakirkoyê'

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêxistina HDPê ya Stenbolê, ji bo pîrozbahiya Newrozê bang li gel kir û got: ‘20ê Adarê ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê li qada Bakirkoyê bin'

    Stenbol - Rêxistina HDPê ya Stenbolê, derbarê qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tê hêz nikare Newroz qedexe bike û ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang li gel kirin.

    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pîrozbahiya Newrozê mafê herî meşrû yê hemû gelan e û wiha hat gotin: ‘Di dîrokê de gelek caran ceribandinên qedexekirina Newrozê hatine kirin lê bi ser neketine. Gel di serdemên rêvebiriyên herî despot û zalim de jî xwedî li Newroza xwe derketine. Îro îktîdara AKPê dixwaze pîrozbahiyên Newrozê qedexe bike û bi vê dixwaze polîtîkayên binpêkirin û şer jî zêde bike.'

    Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî biryara walîtiyê, Muduriyeta Polêsan a Stenbolê jî diyar kir ku dê destûra pîrozbahiyan wê nedin.

    Bi heman mijarî:

    Newroz li Rojavayê hat qedexekirin
    Li Stenbolê banga li dijî qedexeyê: Newroz û Berxwedan!
    Newroz wê li Êlihê di 20ê Adarê de were pîrozkirin
    Etîketan:
    Newroz, qedexe, AKP, HDP, bakirkoy, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de