06:35 27 Gulan 2018
Çalakvanên iraqî

Hevalbendên El Sedr ‘Herêma Kesk' dorpêç kirin

© REUTERS / Thaier Al-Sudani
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevalbendên Muqteda El Sedr li Iraqê bi daxwaza reforman ev çend hefteye xwepêşandana dikin. Digel ku hikumetê destûra çalakiyê neda jî çalakvanan Herêma Kesk dorpêç kirin.

Bexda — Hevalbendên Muqteda El Sedr li Iraqê bi daxwaza reforman ev çend hefteye xwepêşandana dikin. Digel ku hikumetê destûra çalakiyê neda jî çalakvanan Herêma Kesk dorpêç kirin.

Li Iraqê li meydana Tehrîra Bexdayê bi hezaran hevalbendên rêxistina Hereketa Sedr ku Serokatiya wê Muqteda El Sedr dike, bi daxwaza reformê civiyan û li hemberî hikumeta Iraqê dest bi çalakiyan kirin. Çalakvan bi alên Iraqê dirûşmên reformxwaziyê avêtin.

Rê ji çûn û hatina wesayîtan re hat girtin

Ji bo çalakiya hevalbendên Sedr a li Bexdayê ji şevêdin pê ve gelek rêyên bajêr ên sereke ji çûn û hatina wesayîtan re hat girtin û li Herêma Kesk niqteyên kontrolê û hejmara leşkeran hat zêdekirin û li dora Wezaretên Derve, Parastin, Plansazî û gelek avahiyên hikumetê bi têlan hat pêçandin.

Bi heman mijarî:

Bi hezaran penaberên Iraq û sûriyeyî li sînorê Makedonyayê asê mane
IRAQ - 3 wezîran bi hev re îstifa kir
Iraq: 'Di destê DAIŞê de çekên kîmyayî hene'
IRAQ - Helîkoptera leşkerî ket: 9 mirî
Iraq: 'Em reforma Barzanî nas nakin'
Etîketan:
Hikumeta Iraqê, Hereketa Sedr, Çalakvanên iraqî, Muqteda El Sedr, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de