07:59 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmergên PDKî

    PDKÎ: "Em pêşmergeyên xwe dişînin Îranê"

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî ragihand: "Em dê îsal pêşmergeyên xwe bişînin Kurdistana Îranê."

    Navenda nûçeyan — Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî jî di merasîma pîrozkirina cejna Newrozê ya wê partiyê de axivî. Herwiha Mistefa Hicîr ragihand: "Îsal em ê pêşmergeyên xwe bişînin Kurdistana Îranê."

    Mistefa Hicrî daxwaz ji xortên Rojhilatê Kurdistanê kir, bibin pêşmerge û tevlî refên PDKÎyê bibin.

    Hicîrî got: "Em dixwazin rêbaza partiya xwe biguherînin û em dê li ser têkoşîna xwe jî berdewam bin. Em dixebitin bo têkelkirina xebata bajêr û çiyayî."

    Sekreterê PDKÎ behsa şiyana xortan dike û dibêje: "Ji bo ku em bikarin armancên xwe pêk bînin, pêwîst e em hêzek xwedî şiyan bin, şiyana me jî di xortên me de ye."

    Mistefa Hicrî tekez kir: "Me niyeta wê yekê heye, ku pêşmergeyên xwe bişînin nav ax û xelkê Kurdistana Îranê, da ku li gel wan di têkiliyê de bin û bi wê rêyê derfetek bo xortan çêbibe, ku pêwendiyê bi PDKÎyê re deynin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
    PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
    Etîketan:
    Newroz, PDKÎ, Pêşmerge, Mistefa Hicrî, Kurdistana Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de