12:45 20 Hezîran 2018
Cerdevan

Cerdevanan îstifa kirin: ‘Dem dema yekîtiyê ye'

© Foto: Yuksekova Haber
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Cizîrê 20 cerdevan fermana dewletê ya ‘tevlî operasyonan bibin' red kirin û îstîfa kirin.

Şirnex - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ser fermana dewletê wekî ‘beşdarî  operasyonan bibin' 20 cerdevanî îstîfa kirin. Ji cerdevanan S.A.  ku derbarê îstîfayan de ji Ajansa Nûçeyan a Dicleyê re axivî, got: ‘Dema ku me çek hilda şer tunebû.

Lê îro şerekî dijwar heye. Beriya hefteyekî ji Fermandariya Cendirmeyan a Cizîrê li me geriyan. Dema ku em çûn leşkeran xwestin em beşdarî operasyonan bibin û ev yek li me ferz kirin. Me jî ev yek qebûl nekir û me îstîfa kir. Dê gelek cerdevanên din jî îstifa bikin.'

Her wiha cerdevanê kevn S.A. bang li cerdevanên bajarên kurdan kir û anî ziman ku hêzên dewletê  li bajarên kurdan şerekî qirêj dimeşînin û ew dê wekî cerdevan nebin şirîkê şerê qirêj. S.A. diyar kir ku ji ber vê yekê çekên xwe berdane û ev tişt anî ziman: ‘Divê hemû cerdevan dev ji çekan berdin û li dijî qatlîaman şer bikin. Dem dema yekîtiyê ye.'

Bi heman mijarî:

3 cerdevan îstifa kirin
1400 cerdevan beşdarî êrişên Sûrê bûn
46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'
Tirkiya: '5000 cerdevan dê hilbijartinên 1ê Mijdarê biparêzin'
Etîketan:
îstîfa, yekîtî, cerdevan, Şirnex, Cizîr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de