05:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    tuhad-fed

    TUHAD-FED: Em ji hêla çapemeniya alîgir ve tên îlegalîzekirin!

    © Foto: Ozgur Gundem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Amed - Hevserokê Giştî yê TUHAD-FEDê Mehmet Temîzyuz li Stenbolê derbarê binçavkirina endamên wan bi parêzerên OHDê ve û hedefnîşandana ji aliyê çapemeniya alîgir ve li avahiya federasyonê daxuyanî dan çapemeniyê. Temîzyuz diyar kir ku şerê ku hikûmeta AKPê ji meha hezîranê heta niha li dijî gelê kurd daye destpêkirin bûye sedema qetlîam û koçberiyan.

    Temîzyuz da zanîn ku her roj li dijî paritiyên siyasî û saziyên kurdan operasyon tên kirin, li dijî girtiyên siyasî sirgûnan de pêkanînên nemirovî tên kirin, sazî û parêzerên ku dibin dengê girtiyên siyasî ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef tên nîşandan, tên binçavkirin û girtin.

    Temîzyuz çapemeniya alîgir a ku wekî TUHAD-FED wan hedef nîşan dide şermezar kir xwest parêzer û rêveberên komeleyê yên hatine binçavkirin bên berdan, pêkanînên nemirovî yên li girtîgehan bi dawî bibe. 

    Bi heman mijarî:

    Li Bedlîs, Mûş û Agiriyê gel bo pîrozkirina Newrozê amade ye
    Kremlîn jî tev li kampanyaya ‘guherandina avhewayê' dibe
    PDK: Federalî heqê Kurdên Rojavayê ye
    DAIŞ, zarokên ku direvîne wekî milîtan bi kar tîne
    Polêsan êrişî parlamenterên HDPê û gel kirin
    Li dijî wesayîta polêsan êriş: 1 kuştî, 3 jî birîndar
    Etîketan:
    AKP, TUHAD-FED, Mehmet Temîzyuz, Stenbol, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de