05:23 12 Kanûn 2017
Zindî
    Newroz

    Li Bedlîs, Mûş û Agiriyê gel bo pîrozkirina Newrozê amade ye

    © Foto: Ozgur Medya
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gelê Bedlîs, Mûş û Agiriyê bi coş û kelecaneke mezin li benda pêxistina agirê Newrozê ne.

    Bedlîs/Agirî/Mûş — Li navçe û bajarên herêma Serhedê li aliyekî ve pîrozbahiyên Newrozê didomin li aliyekî jî li gelek navendan amadekariyên dawî yên pîrozbahiyê têne kirin. Yek ji bajarên ku amadekarî bi coş û kelecaneke mezin didome Bedlîs e. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Bedlîsê Racî Ugurlu biryara Walitiya Bedlîsê ya qedexekirina pîrozbahiyên navçeyên Bedlîsê bi bîr xist û anî ziman ku biryara qedexeyê kêfî ye û dê hemû pîrozbahiyên xwe bikin. Ugurlu bang li gelê Bedlîsê jî kir ku li hemberî polîtîkayên komkujiyê di 21ê Adarê de tevlî pîrozbahiya li navendê bibin.

    Gimgim û Kop jî ji Newrozê re amade ne

    Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî amadekariyên pîrozbahiya 21ê Adarê têne kirin. Têkîldarî pîrozbahiyê li avahiya navçeyê ya DBPa Gimgimê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokê Navçeyê yê DBPa Gimgimê Mahîr Yilmaz li ser navê Komîteya Amedekar a Newrozê axivî û da zanîn ku ji bo pîrozbahiya 21ê Adarê ya li Qada Azadiyê hemû amadekarî hatine kirin. Yilmaz bang li gel kir ku bi ruhê berxwedanê tevlî pîrozbahiyê bibin.

    Li Kopê jî dê Newroz di 20ê Adarê de tê bê pîroz kirin û gel amade ye ku bi coşeke mezin cejna vejînê pîroz bike. Komîteya Amadekar a Newrozê jî bang li gel kir ku tevlî pîrozbahiya 20ê Adarê ya li otogara navçeyê bibe.

    Li navenda Agiriyê bangawaziya Newrozê

    Li Agiriyê jî endam û rêvebirên rêxistinên bajêr ên HDP û DBP'ê ji bo pîrozbahiya di 21ê Adarê de li navenda bajêr belavok belav kirin. Parlamentera HDPê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemîr û Hevşaredarê Agirê Mukaddes Kubilay jî tevlî bernameyê bûn û ji bo pîrozbahiya li Qada Otoparka Vekirî ya Şaredariya Agiriyê banga tevlîbûnê hate kirin.

    Bi heman mijarî:

    Polêsan li Milazgirê êrişî pîrozbahiya Newrozê kirin
    Li 2 bajarên din pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin
    Li Êlihê agirê Newrozê hate vêxistin
    Demirtaş: ‘Em dê weke zarokên Kawa newrozê pêşwazî bikin'
    HDPê bernameya Newrozê eşkere kir: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin
    Etîketan:
    Newroz, HDP, DBP, Dirayet Taşdemîr, Mahîr Yilmaz, Racî Ugurlu, Gimgim, Kop, Agirî, Mûş, Bedlîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de