07:39 23 Hezîran 2018
Parlamentera HDP a Amedê Çağlar Demîrel

Polêsan êrişî parlamenterên HDPê û gel kirin

© Foto : Gulnush Ergul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Bismilê polêsan êrişî parlamenterên HDPê yên ku dixwastin beşdarî pîrozbahiyê newrozê bibin kirin. Di encama êrişî de hevserokê Bismilê, nûçegihanek û gelek kes hatin binçavkirin.

Amed — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê li navçeya Bismilê ya Amedê gel ji bo biçin qada Newrozê li ber avahiya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) civiyan û ji ber avahiyê xwestin ber bi qada Newrozê ve biçin, rastî êrişên polêsan hatin. Polês bi ava şid û gaza rondikrêj êrişî gel kirin.

Di nava koma ku bi ser de êriş hate kirin de parlementerên HDPê Nimetullah Erdogmuş û Felaknas Uca, hevşaredarên Bismilê Resul Sari jî hebûn.

Hate ragihandin ku di encama êrişî de hevşaredar Resul Sari û rojnamevanek jı aliye polêsan ve hatin binçavkirin.

Di vê navberê de di nav bera gel û polêsan de pevçûn derket û car caran ji qada Newrozê denge çekan tê bihîstin.

Bi heman mijarî:

Li dijî wesayîta polêsan êriş: 1 kuştî, 3 jî birîndar
Li Amedê wesayîteke bombekirî hat dîtin
Ji kurdên Rojavayê resta ‘serxwebûnê'
N-TV: ‘Ji bo PKKê pirsgirêka kêmasiya şervanan nîne'
Nasnameyên 10 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
‘Herî kêm 27 polês, tîm û leşkerên tirk hatin kuştin!'
Etîketan:
dengê çekan, polês, parlamenteren HDPê, Bismîl, pîrozbahiyên newrozê, êrişa polêsan, Nimetullah Erdogmuş, Feleknas Uca, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de