10:22 13 Kanûn 2017
Zindî
    Yusuf Mahli

    Mixalifê sûriyeyî: ‘Rûsya bi vekişandina leşkerên xwe piştgirî da çareseriya siyasî'

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (SMDK) Yusuf Mahlî ragihand ku Rûsya bi vekişandina leşkerên xwe û bi kêmkirina operasyonan, dibe rejimê zorî çareseriyeke siyasî bike.

    Navenda Nûçeyan — Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (SMDK) Yusuf Mahlî derbarê hevdîtinên Cenevre û rewşa dawî ya Sûriyeyê ji nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxand û ragihand ku Rûsya bi vekişandina leşkerên xwe û bi kêmkirina operasyonan, dibe rejimê zorî çareseriyeke siyasî bike. Helwesta Rûsyayê divê ji bo çareseriya pirsgirê Sûriyeyê wekî piştgirî were nirxandin. Mixalefeta Sûriyeyê vekişandina leşkere Sûriyeyê bi erênî pêşwazî dike.

    Helwesta Rûsyayê êrênî ye

    Yusuf Mahli di axaftina xwe de got: ‘Ji bo rêvêbiriya demkî divê mixalefet û rejima Sûriyeyê rûnên û biaxivin. Lê dema ku mirov li daxuyaniyên rejimê dinêre vê qebûl nake û dibêjin ‘Beşar Esad xeta me ya sor e.' Di vir de helwesta Rûsyayê gelekî girîng e û erênî ye. Li gorî baweriya min Rûsya ji bo çareseriya siyasî wê zorê li Sûriyeyê bike.'

    Îdiaya ku PYD di hevdîtinên Cenevreyê de cih nagire

    Mahli di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo hevdîtinên Cenevreyê nehat vexwendin. Lewra mixalefeta Sûriyeyê naxwaze PYD di hevdîtinên Cenevreyê cih bigire, ji bo ku wan bi hevkariya rejima esad re tohmetbar dikin. Mixalefet ji bo ku PYD di civînên Cenevreyê de cih negire ked û xebateke mezin dide.'

    Hevdîtinên Cenevreyê dê 6 mehan bidome

    Endamê SMDKê Mahli di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Heke hevdîtinên Cenevreyê bi erênî derbas bibe dê 6 mehan bidome. Ji bo ku jariya xelkê Sûriyeyê biqede mixalefet xebatên cidî dimeşîne û ji bo pêşerojê vîzyoneke nû ya mixalefeta Sûriyeyê heye. Hevî dikim hevdîtinên Cenevreyê bi serkeftî derbas bibin.'

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em li dijî federalîzmê ne!
    Sûriye: ‘Esad xeta me ya sor e'
    Li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê NHB ket
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Sûriye: ‘Yên ku riayetî agirbestê nekin em ê wan terorîst qebûl bikin'
    Etîketan:
    Hikumeta Sûriyeyê, Artêşa Rûsyayê, Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (SMDK), Beşar Esad, Yusuf Mahli, Cenevre, Swisra, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de