22:55 12 Kanûn 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Li Agirî, Mûş û Erzeromê 26 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di operasyonên siyasî yên li bajarên Serhedê de gelek kes hatin girtin. Li Agirî, Erzerom û Mûşê bi giştî 26 kes hatin girtin 3 kes jî hatin binçavkirin.

    Polês
    © Foto: AA/ Abdullah Coşkun
    Navenda Nûçeyan — Di hefteya pîrozbahiyên Newrozê de li bajarên Serhedê operasyonên siyasi didomin. Li Agiriyê ji 27 kesên ku di 13ê Adarê de di serdegirtina avahiya bajêr a DBPê de hatibûn binçavkirin 2 kes serbest hatin berdan, Hevseroka Bajêr a HDPa Agiriyê Hanim Yildirim û Hevserokê Bajêr ê DBPa Agiriyê Bariş Demîr jî di nav de 25 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 25 kesên ku bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ne' hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê.

    Navê kesên ku hatin girtin ev in: Hevseroka Bajêr a HDPa Agiriyê Hanim Yildirim, Hevserokê Bajêr ê DBPa Agiriyê Bariş Demîr, Mehmet Çelîk, Fecrî Yakut, Nevzat Ayna, Ozlem Demîr, Zeynep Mete, Leyla Saraç, Selîm Yilmaz, Turan Çubuk, Cemîl Oguz, Îrfan Yildiz, Cemal Yildiz, Rojdan Erez, Guner Alptekîn, Îbrahîm Cengîz, Selçuk Akturk, Mursel Yalan, Yasîn Yılmaz, Cemal Akkural, Fatma Arig, Furkan Ekîncî û welatiyên bi navê Sedef û Necmettin ên paşnava wan nehat zanîn.

    Her wiha li navçeya Qarayaziya Erzeromê jî di saetên sibehê de di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina Nîhat Şîmşek, Yilmaz Arat û Yuksel Kîşî nehat zanîn.

    Ji aliyê din ve li navçeya Kopê ya Mûşê jî welatiyê bi navê Mazlum Gun ê ku duhî di kontrola rê de hatibû binçavkirin, ji ber cezayê wî yê heyî hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

    Bi heman mijarî:

    Polêsan bi ser avahiya HDPê de girtin!
    Balyozxaneya Almanya ya li Enqereyê hat girtin
    YPGê 80 çekdarên hêzên Sûriyayê esîr girtin
    Amed - Nexweşxane ji ber êrîşên dewletê hat girtin
    Polêsê Îranê li bajarê Kirmaşanê 39 kes girtin
    Etîketan:
    Hikumeta Tirkiyeyê, DBP, HDP, Erzerom, Agirî, Mûş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de