08:30 22 Hezîran 2018
Polêsê tirk

Li Enqereyê polês êriş kir: Kuştî û birîndar hene

/ Emrah Gurel
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 22

Li paytextê Tirkiyeyê li Enqerê di navbera hêzên polês û kesên nasnameya wan nediyar de şer derket û di encamê de polêsek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Enqere - Li paytextê Tirkiyeyê li Enqerê di navbera hêzên polês û kesên nasnameya wan nediyar de şer derket û di encamê de polêsek û sivîlek hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li navçeya Çankayaya enqereyê di saetên sibê de li cadeya Sokulluyê di şer û pevçûnê de polêsek hat kuştin û du kesên ku nasnameya wan ne diyar birîndar bûn.

Hat ragihandin ku alozî di navbera hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi xwe de derketiye. Karmendê polîs ê girêdayî Şubeya Asayişê yê bi navê A.Y êrişî polîsên jin bi navê N.T.B û kesek  sivîl bi navê Ş.D kir û ew her du kes kuştin.

Piştî derketina aloziyê û kuştina wan du kesan, polîsê êrişkar bi otomobîlê li cihê bûyerê reviya.

Ji ber bûyerê hejmareke zêde ya polîs û hêzên ewlehiyê ber bi cihê pevçûnê ve hatin şandin.

Bi heman mijarî:

Enqere - Li paytextê alarma bombeyê!
Li Enqere teqînek mezin: 37 kuştî, 15 jê giran 71 Birîndar !
ENQERE - Li paytextê şer û pevçûn: Kuştî û birîndar hene
Enqere xweseriya filipîniyan nas dike û ji bo xweseriyê kurdan dikuje
Enqere - Li paytextê alarma bombeyê!
Etîketan:
Li Enqereyê êrişa çekdarî, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de