03:35 14 Kanûn 2017
Zindî
    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê

    Ji Balyozxaneya Amerîkayê bo welatiyên xwe hişyariyeke nû

    © Foto: AA/Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê berî teqîna Enqereyê ya 13ê Adarê di malpera xwe ya fermî de welatiyên xwe hişyar kiribû. Balyozxaneyê berî Newrozê hişyariyeke nû belav kir.

    Enqere - Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê berî teqîna Enqereyê ya 13ê Adarê di malpera xwe ya fermî de welatiyên xwe hişyar kiribû. Balyozxaneyê berî Newrozê ji bo welatiyên xwe yên Tirkiyeyê hişyariyeke nû belav kir.

    Balyozxaneyê di malpera xwe ya fermî de ji bo gelek bajarên Tirkiyeyê hişyarike nû kir û bal kişand dîroka navbera 17 û 21ê Adarê, pîrozbahiyên Newrozê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û li Edeneyê wê roja yekşemê werin kirin û welatiyên xwe ku li wan bajaran dijîn hişyar kir.

    Di berdewamiya peyamê de hat ragihandin ku pîrozbahiya Newroza Amedê wê roja 21ê Adarê were kirin û dibe girseyiyeke mezin tev li pîrozbahiyan bibe. Bila hemwelatiyên me di niqteyên ragihandinê de, avahiyên hikumetê û li meydanên qelebalix ji bo êrişên terorî hay ji xwe hebin.

    Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê
    © Foto: TURKEY.USEMBASSY.GOV
    Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê

    Balyozxaneyê ji bo rewşa lezgîn ku bikaribin pêwendiyê deynin agahiyên têkilî danînê yên bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr û Edeneyê jî di peyama xwe de parve kir.

    Bi heman mijarî:

    Îsrayîl û Tirkiyayê li hev kir: Tazmînat, balyozxane, gaza xwezayî û derxistina Hemasê
    DYA: Em li Îranê balyozxane venakin
    Balyozxaneya Almanya ya li Enqereyê hat girtin
    Li nêzî Balyozxaneya Rûsyayê teqîn: 10 kuştî
    Îtalya jî balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike
    Etîketan:
    Hişyariya welatiyan, Balyozxaneya Almanya ya Enqereyê, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de