12:44 20 Tebax 2017
Zindî
    Li dijî wesayîta zirxî êriş

    Li Nisêbînê hejmara polêsên mirî derket 2an

    © Foto: Beşer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33310

    Çapemeniya tirk ragihand ku hejmara polêsên ku di qezqaya duh êvarê de li Nisêbînê mirine derket 2an.

    Nisêbîn - Çapemeniya tirk duh êvarê agahiyek bi guman parve kir û ragihand ku du wesayîtên zirxî li hev ketine û di encama qezayê de Mudirê Şaxa Terorê jiyana xwe ji dest daye û 7 polêsên din jî birîndar bûne.

    Hat ragihandin ku îro di saetên êvarê de yek ji wan polêsên ku birîndar bûye jî jiyana xwe ji dest daye û bi vê awayî hejmara kesên mirine derket 2an.

    Tê zanîn ku navçeya Nisêbînê di bin êrişên dewleta tirk de ne û navbera wan û hêzên kurd de şerên dijwar diqewimin. Her çiqas ku çapemeniya tirk wê bûyerê weke qezayê ragihandibe jî hin çavkaniyên herêmê ji vê bawer nakin.Çavkaniyên herêmê dibêjin, dibe ew polêsan di şer de jiyanên xwe ji dest dabin.

    Bi heman mijarî:

    Hukimeta Sûriyê federalîzmê red kir: Wê bi ser nekeve
    Dewleta tirk dê akademîsyenê brîtanî dersînor bike!
    YPGê 80 çekdarên hêzên Sûriyayê esîr girtin
    Li Geverê teqîn: Kuştî û birîndar hene
    HDP û DBP: Em qedexeyê nas nakin!
    Etîketan:
    qeza, kuştî, çapemeniya tirk, birîndar, Mêrdîn, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de