11:07 20 Tebax 2017
Zindî
    Newroz

    Li bajarên kurdan qedexeya dewletê û berxwedana gel!

    © Sputnik/ Cesîm îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31910

    Dewleta tirk li gelek bajarên kurdan û metropolên Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê qedexe kirin. Piştî vê biryara dewletê li gelek bajaran partî, sazî û komeleyên kurdan ragihandin ku ew qedeceyê nas nakin û wê Newrozê pîroz bikin.

    Navenda Nûçeyan - Dewleta tirk pîştî li Mêrdîn, Mêrsîn, Edene û Colemêrgê pîrozbahiyên Nerozê qedexe kiribû îro jî walîtiyên Dêrsim, Êlih, Agirî, Sêrt, Çewlik, Şirnex, Stenbol û Qersê bi daxuyaniyek ragihandin ku wan pîrozbahiyên Newrozê qedexe kirine.

    Piştî vê biryarên dewleta tirk di serî de HDP û DBP gelek sazî û komeleyên kurdan ragihandin ku ew vê biryara dewletê nas nakin û wê Newrozê pîroz bikin.

    Derbarê mijarê de rêxistinên HDP û DBPê ya Çewlikê îro bi daxıuyaniyek ragihandin ku ew biryara qedexeyê ku Walîtiya Çelikê daye nas nakin û wê sibê ji saet 10:00 şûnde Newrozê pîroz bikin.

    Ji hêla din ve Komîteya Tertîpê ya Edeneyê jî bi daxuyaniyek diyar ku ew jî biryara qedexeyê nas nakin û wê di 20ê Adarê de li Qada Karasuyê Nerozê pîroz bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li 2 bajarên din pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin
    Li Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê hate qedexekirin!
    Li Êlihê agirê Newrozê hate vêxistin
    Demirtaş: ‘Em dê weke zarokên Kawa newrozê pêşwazî bikin'
    Etîketan:
    Newroz, qedexe, DBP, HDP, Çewlik, Qers, Mêrsîn, Sêrt, Êlih, Şirnex, Edene, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de