16:46 23 Tebax 2017
Zindî
    Heyeta YPJê

    Heyeta YPJê: ‘Cenevre me nas nekir, em jî encamên wî nas nakin!'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7210

    Heyeta YPJê piştî Luxemburgê ji bo hin hevdîtinên dîplomatîk derbasî Belçikayê bûn. Fermanedarên niha li Brukselê ne gotin: ‘Cenevre kurdan nas nekir, em ê jî encamên Cenevreyê nas nekin.'

    Bruksel - Heyeta YPJê ku ev demek e ji bo hin têkilîyên siyasî û hevdîtinên dîplamatîk çûn e Ewropayê û piştî ku li Luxemburgê hevdîtinên fermî pêk anîn, ji bo bi nûnerên Parlamentoya Belçîkayê re hevdînan bikin çûne Brukselê.

    Heyeta YPJê li vir derbarê bûyerên dawî, civînên Cenevre-3 û têkiliyên ku wan danîne de axivîn.

    Nûnera Dîplomasiyê ya YPGê Nesrîn Ebdullah ragihand ku ew di hevdîtinan de qala berxwedana hêzên kurd û têkoşîna wan ya li dijî terorîstên DAIŞê didin de agahiyan bi nûnerên Ewropayê re parve dikin û behsa projeyên xwe ji wan re dikin.

    Nesrîn Ebdullah derbarê civînên li Cenevreyê de axivî û got:  Li holê tekane plana çareseriyê plana me ye. Lê ev jî ji aliyê hêzên ku çareseriyê naxwazin ve nayê qebûlkirin û pirsgirêk tê kûrkirin.'

    Abdullah destnîşan kir ku heta kurd jî tevlî maseyê nebin bi dehan civîn jî bê lidarxistin dê encam neyê wergirtin û nirxandina ‘Bi vê re di civînên Cenevreyê ku em ne di nav de ne encamek derkeve jî ev me eleqadar nake. Em ê projeya xwe ya siyasî û xebatên xwe bidomînin' kir.

    Berpirsyarê Karên Derve yê YPJê Îman Dervîş jî axivî û got: Di esasê xwe ya ku li wir nexwestin ne em in, projeya me ya demokratîkbûna Sûriyeyê diparêze ye. Yên ku hesabên wan ên cuda hene naxwazin projeya me ya çareseriyê bê maseyê.'

    Bi heman mijarî:

    Bi wêneyan komkujiya Helepçeyê
    Amerîka: ‘Hetanî ku Rûsya di Kirimê de be wê mûeyîde bidomin'
    Lavrov: ‘Êrişên Tirkiyeyê yên dijî Rojava agirbestê sabote dike'
    Şefê îstîxbaratê: ‘Amerîkayê destûr da ku DAIŞ bi hêz bibe'
    HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'
    PYD: ‘Teqîna Enqereyê YPGê nekiriye, AKPê û Erdogan li pêy lîstikên qirêj in'
    Li Geverê leşkerên tirk êrişî gel kirin: 2 birîndar
    Etîketan:
    YPG, YPJ, Îman Dervîş, Nesrîn Abdulah, Cenevre, Luxemburg, Ewropa, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de