00:54 19 Tebax 2017
Zindî
    Recep Teyîp Erdogan

    Erdogan bersiva Cemîl Bayik da: ‘Em ketin lan û jêrzemîna we!'

    © Foto: AA/ Mehmet Ali Özcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 327001

    Serokkomerê Tirkiyayê Recep Tayip Erdogan di axaftineke xwe de bersiva Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik da.

    Navenda Nûçeyan — Cemîl Bayik gotibû "Eger Erdogan biçe, istiqrar dê were Tirkiyeyê" piştî wê Erdogan îro di merasîmên danasîna projeyên Ajansa Hevkarî û kordînasyona tirk(TİKA)yê de axivî û ev pirsyar kir: "Gava Erdogan hat, rewşa Tirkiyeyê çawa bû, niha çawa ye?"

    Erdogan gotinên Bayikî "Eger Erdogan biçe, istiqrar dê were" bi bîr anîn û got: "Gava Erdogan hat Tirkiye çawa bû? Di sala 2002an de Tirkiyeyê pars dikir. Têkoşîna me li welat û erdnîgariya me, berxwedana şerê damezirandina Tirkiyeyê bi xwe ye".

    Erdoğan, di axiftina xwe de ji PKKê re wiha got: "Hûn bêhûde hewl didin, binerin! Em ketin lanên we,em ketin jêrzemîna we, hûn birevin kû jî, polîs, cerdevan û leşkerên me dê we bigirin û tiştê pêwîst bikin".

    Erdogan dîsa diyar kir ku ew ê ticarî xweserî yan jî dewleteke dî di hindirê komara Tirkiyeyê de nepejirîne û wiha got: "Li vî welatî, ji bilî dewleta komara Tirkiyeyê ti dewlet tine ne, çênabin û dê çênebin jî, nizanim xweserî, nizanim çi! Tiştekî wisa çênabe".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bayik: ‘Cêrê avê di riya avê de dişikê, wê Erdogan têk biçe'
    Cemîl Bayik: Yê ku têk çûye ne PYD ye, civîna li Cenevreyê yê!
    Bayik: Eger şer gurtir bibe wê hêzên gerîla têkevin nav bajaran
    Bayik: Hewl didin ku civîna Cenevreyê bê encam were hiştin
    Cemîl Bayik: ‘Ew ê hêza kurdan bibînin!'
    Etîketan:
    KCK, PKK, TİKA, Cemîl Bayik, Recep Tayyip Erdoğan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de