12:41 20 Tebax 2017
Zindî
    Newroz

    Li Stenbolê banga li dijî qedexeyê: Newroz û Berxwedan!

    © Flickr/ kurdistan4all
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 306 0 0

    Piştî ku Walîtiya Stenbolê îro pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir, Komîteya Tertîpê ya Newrozê bi daxuyaniyek wê biryara waltîtiyê şermezar kir û bangê li gelê Stenbolê kir ku li hemû navçeyan Newrozê pîroz bikin.

    Stenbol - Li ser navê Komîteya Newrozê Suat Çorlu axivî û ragihand ku biryara walîtiyê li dijî demokrasiyê ye.

    Çorlu got: ‘Li hemû her derê Newroz, li hemû her derê berxwedan. Newroz cejna hemû gelan e. Em bangê li gelê xwe dikin ku bila newroza xwe pîroz kin.'

    Hevserokê HDPê yê Stenbolê Cesîm Soylu jî diyar kir ku ew vê qedexeya walîtiyê nas nakin û wê li hemû navçeyan jî Newroz were pîrozkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li 2 bajarên din pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin
    Li Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê hate qedexekirin!
    Li Êlihê agirê Newrozê hate vêxistin
    Demirtaş: ‘Em dê weke zarokên Kawa newrozê pêşwazî bikin'
    HDPê bernameya Newrozê eşkere kir: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin
    Etîketan:
    Newroz, qedexe, Walîtiya Stenbolê, HDP, suat çorlu, Cesim Soylu, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de