03:41 21 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Tetwanê qirkirina siyasî: 8 kes hatin binçavkirin!

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 180 0 0

    Hewldanên qirkirina siyasi ya dewleta tirk li dijî siyasetmedarên kurdan berdewam dike. Li Tetwanê îro di encama serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.

    Tetwan - Hate zanîn ku di serdegirtinan de Serhat Koç, Huseyîn Çorak û 3 welatiyên ku navê wan nehat zanîn jî hatine binçavkirin. Ligel endamên Egîtîm Senê Fîlîz Akilcagi û Lokman Akilcagi û Hevseroka Şaxa ÎHDa Bedlîsê Prz. Seval Karaçelîk hejmara kesên ku îro li navçeyê hatin binçavkirin gihîşt 8 kesan.

    Her wiha hate zanîn ku li Norşînê jî di saetên sibehê de polêsan bi ser gelek malan de girtine.

    Nehat zanîn ku dewleta tirk bi çi bahaneyê wan binçavkirinan kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Li Tetwanê 12 kes hatin girtin!
    Etîketan:
    operasyonên siyasî, KMM, Egitim-Sen, Lokman Akilcagi, Fîlîz Akilcagi, Seval Karaçelîk, Huseyîn Çorak, Serhat Koç, Bedlîs, Tetwan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de