16:46 23 Tebax 2017
Zindî
    Recep Teyîp Erdogan

    Erdogan: ‘Divê mijara parêzbendiyê bi lez were encamdan'

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna muxtaran a 22yemîn de ragihand ku divê mijara parêzbendiyê bi lez were encam dan û parlamento ji bo vê mijarê gavan bavêje.

    Enqere — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna muxtaran a 22yemîn de dîsa behsa mijara parêzbendiyê kir û ragihand ku divê mijara parêzbendiyê bi lez were encam dan û parlamento ji bo vê mijarê gavan bavêje.

    Bila parlamento tiştê hewceyî bike

    Erdogan di axaftina xwe de got: ‘Yên ku yekîtî û yekparebûna vî welatî tehdît û xera dikin, kî dibe bila bibe divê hisabê vê bide. Parlamento jî tiştê ku têkeve ser mile xwe divê bi cih bîne û dosyeyên wan bişîne dadgehê. Dadgeh derheqê wan de çi biryarê bide bila bide.'

    Ez wan êdî wekî aktoren siyasî nabînim

    Serokomar di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Ev endamên partiya ku wekî şaxa terorê tevdigerin, bila li qusura min nenêrin, ez êdî wan wekî aktoren siyasî nabînim. Lewma ev banga min ne ji bo wan e, ji bo partiyên din e.'

    Bi heman mijarî:

    PYD: ‘Teqîna Enqereyê YPGê nekiriye, AKPê û Erdogan li pêy lîstikên qirêj in'
    Gelo Amerîka ser Erdogan xêz kir?
    Esma Esad: ‘Erdogan û malbata wî kesên nezan û bêzewqin'
    Obama: ‘Erdogan serneketî ye û orotîter e!'
    Erdogan vê carê li ba jinan gefên yekperestiyê li gelan barand!
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de