20:23 17 Tebax 2017
Zindî
    Êriş

    Li Geverê leşkerên tirk êrişî gel kirin: 2 birîndar

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1401

    Operasyon û dorpêçkirina dewleta tirk ya ser bajarên kurdan dewam dikin. Îro Gundiyên bajaroka Bajirgê ya ser Geverê xwestin dorpêçkirina hezên dewleta tirk ya li ser Geverê bişkînin û bikevin navenda Geverê lê rastî êrişa hêzên tirk hatin. Herwiha 2 kesên sivîl birîndar bûn.

    Colemêrg — Li Geverê ya Colemêrgê hêzên dewleta tirk êrişî taxa Zagros ku gelê sivîl lê dijîn kirin. Hate gotin ku êriş bi top u çekên giran tên kirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê bi qasî 2 hezar şêniyên bajaroka Bajigê ji bo dorpêçkirin û êrişên li ser sivîlan werin rakirin xwestin biçin navenda Geverê. Lê di rê de ji aliyê hêzên JOHê ve hatin rawestandin.

    Li ser vê yeke gundiyan xwestin meşa xwe dewam bikin, lê hêzên dewleta tirk bi bombeyên rondikrêj û guleyan êrişî gel kirin. Di encamê êrişê de Yusuf Akdoganê 70ê salî û Erdem Şenturkê 20 salî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku rewşa Erdem Şenturk xedar e.

    Herwiha hate zanîn ku 3 ciwan jî ji aliyê leşkerên tirk ve hatin binçav kirin. Lê kesên ku hatin binçavkirin nehat zanîn ka kî ne.

    Bi heman mijarî:

    Li Şedadê teqîn: YPG: '5 şervanên me şehîd bûn'
    Nassan: ‘Kurdên Sûriyeyê dê îro federasyonê îlan bikin'
    Li Mûş, Belîs, Mêrdîn û Erzeromê operasyonên binçavkirinê
    Li Nisêbînê wesayîta polês û leşkeran li hev qelibîn: 1 mirî û 7 birîndar
    Li 2 bajarên din pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin
    19 endamên HDP/DBPê hatin binçavkirin
    Li Şirnexê şer: 2 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    dorpêçkirin, bajarên kurdan, birîndar, Gever, Êrişa artêşa tirk, Erdem Şenturk, Yusuf Akdogan, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de