18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Civîna Sûriyeya Federal a Demokratîk

    HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7840

    Nûnerê Hêza Sûriyeya Demokratîk Tackir Kobanî ragihand ku îro li bajarê Rimêlanê dê bi navê ‘Sûriyeya Federal a Demokratîk' pergala federasyonê were ragihandin û kanton jî ji hev venaqetin.

    Hikmet Durgun

    Rojava — PYD, TEV-DEM, YPG, HSD û gelek pêkhateyên siyasî û leşkerî li herêma Rojava li bajarê Rimêlanê bi daxwaza ragihandina federasyonê civiyan. Derbarê mijara civînê nûnerê HSDê Tackir Kobanî agahî da ajansa Spûtnîk Kurdistanê û got: 'Li bajarê Rimêlana

    Hesekê bi daxwaza Sûriyeya Federal û Demokratîk ji 200 nûnerên asurî, ereb, siryanî, tirkmen, kurd û pêkhateyên din civiyan. Her wiha di civînê de Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, Nûnerê YPGê Rêdûr Xelîl, Nûnerê TEV-DEMê, Hevserokwezîrê Kobanî Enwer Mislim, Hevserokwezîra Kantona Cizîrê Hediye Yusiv û ji bajarê Efrîn, Kobanî Minbic û Ezazê gelek kes beşdarbûn.'

    Herkes wê bikaribe xwe di nav de bibîne

    Tackir Kobanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Civîn hê jî didome û li gorî pêşbîniyan dibe hetanî êvarê bidome. Di dawiya civînê de wê îlana Sûriyeya Federal a Demokratîk were ragihandin. Ev pergala federaliyê wê ya herkesi be û herkes bikaribe xwe di nav de bibîne.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiya bê navber êrişî Rojava dike
    Li Rojava amadekariya sîstema federasyonê dikin!
    Lavrov: Artêşa Tirkiyeyê derbasî nav axa Rojava bû
    Heke dewletên rojava wekî Rûsyayê bikira, niha ji zû ve şerê li Sûriyeyê biqediya
    Wezîrê Luxemburgî: Sîstema xweser a li Rojava dikare bibe mînak
    Etîketan:
    HSD, TEV-DEM, YPG, PYD, Tackir Kobanî, Rimêlan, Hesekê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de