10:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Azad

    Şefê îstîxbaratê: ‘Amerîkayê destûr da ku DAIŞ bi hêz bibe'

    © Ruptly. Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1910

    Berpirsê îstîxbaratê yê Artêşa Azad a Sûriyeyê ragihand ku li gorî îstîxbarata ku me ji terorîstên DAIŞê bi dest xistiye, Amerîkayê xemsarî kir û destûr da ku rêxistin bi hêz bibe.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsê îstîxbaratê yê Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ragihand ku li gorî îstîxbarata ku me ji terorîstên DAIŞê bi dest xistiye, Amerîkayê xemsarî kir gelek derfetên ku bikaribû rêxistinê qels bike hebûn û ji bo qelsbûna DAIŞê tiştek nekir.

    Berpirsê îstîxbaratê yê AASyê bi navê kod ‘M' di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Le Mondeya fransî de ragihand ku li Sûriyeyê du salan me gelek agahiyên girîng ên derheqê DAIŞê de bi desx xistin ji CIAyê re par ve dikirin, lê me tu bersiv ji wan negirt û ji bo vê tu tevger nekirin.

    Şefê îstîxbaratê di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Di nava zanyariyên ku me bi CIAyê re par ve dikirin de kordînat, wêne û reqemên telefonan jî hebûn. Me hemû pêvajoya DAIŞê ku ji 20 endaman hetanî gihîşte 20 hezar endaman bi Amerîkayê re par ve kir.'

    Mûçeya xwe ji Amerîkayê werdigre

    Şefê îstîxbaratê yê AASê di dirêjiya axaftina xwe de got:' Min li derveyê welat perwerdeya îstîxbaratê stand, pêşî ji min re gotin em ê mehane 30 hezar dolar bidin, lê di encamê de mûçeya min niha 10 hezar dolar didin. Çavkaniyê min yê nava DAIŞê li bajarê Minbiçê ye û min û sîxurên xwe hetanî reqemê telefonên berpirsên DAIŞê, reqemên amûrên peyke û navnîşanê IPyê me bi dest xistin, lê me ji Amerîkayê tu bersiv nestand.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em li dijî federalîzmê ne!
    Sûriye: ‘Esad xeta me ya sor e'
    Li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê NHB ket
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Sûriye: ‘Yên ku riayetî agirbestê nekin em ê wan terorîst qebûl bikin'
    Etîketan:
    Ajansa Sîxurgeriya Navendî ya Amerîkayê (CIA), Rojnameya Le Monde, Dewleta Amerîkayê, DAIŞ, Berpirsê îstîxbaratê yê Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de