03:34 21 Tebax 2017
Zindî
    Reuven Rivlin

    Rivlin, dê gerentiya Sûriyeyê ji Pûtîn bixwaze

    © AFP 2017/ Ronen Zvulun, Pool
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin dê îro serdana Moskovayê bike û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li ser mijara Sûriyeyê wê hevdîtinekê bikin.

    Navenda Nûçeyan - Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin dê îro serdana Moskovayê bike û hat îdiakirin ku Rivlin bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li ser mijara hêzbûna Îran û Hizbullahê li Sûriyeyê wê hevdîtinekê bikin. Rivlin di hevdîtinê de wê gerentiyê ji Pûtîn bixwaze.

    Her wiha Cîgirê Serokomarê Îsraîlê di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de ragihand ku Rivlin wê ji Pûtîn daxwaz bike ku piştî hêzên rûsî ji Sûriyê vekişiyan destûr nede ku li herêmê Îran û Hizbullah bi hêz bibe û dê gerentiyê jê bixwaze.

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê Reuven Rivlin berî serdana Moskovayê bike bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re jî hevdîtinek pêk aniye.

    Wê hevkariya Rûsya û Îsraîlê ya Sûriyeyê bidome

    Ji aliyê din ve wekîlê Balyozê Rûsya yê Tel Avivê Aleksey Drobînin di daxuyaniya xwe ya duhî de gotibû, hevkariya her du welatan ya Sûriyeyê dê bidome. Ji bo ku ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê zirarê nebîne çi ji destê me were em ê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Îsraîl: ‘Perçebûna Sûriyeyê baştir e'
    Îsraîl: 'Çareserî di Kurdistana serbixwe re derbas dibe'
    Îsraîl: ‘Em piştgiriya serxwebûna kurdan dikin'
    Îsraîl: ‘Li Sûriyeyê dê Kurdistan ava bibe'
    Îsraîl: ‘DAIŞ ji pereyên Tirkiyeyê sûdvergirt'
    Etîketan:
    Serokomariya ÎsraÎlê, Vladimîr Pûtîn, Reuven Rivlin, Rûsya, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de