06:24 19 Tebax 2017
Zindî
    Alaya YPG

    Nassan: ‘Kurdên Sûriyeyê dê îro federasyonê îlan bikin'

    AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52610

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî İdrîs Nassan ragihand ku kurdên Sûriyeyê amadehiyan dikin ku îro federasyonê îlan bikin.

    Rojava - Cîgirê Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî İdrîs Nassan ji ajansa Reutersê re ragihand ku kurdên Sûriyeyê amadehiyan dikin ku îro federasyonê îlan bikin.

    İdrîs Nassan di axaftina xwe ya ajansa Reutersê de got: ‘Herêmên ku wekî federasyon werin avakirin dê bi navê ‘Federasyona Sûriyeyê ya Bakur' were binavkirin û di nava federasyonê de wê hemû şêniyên herêmê werin temsîlkirin. Ev îlankirina federasyonê ku ji terefê kurd û xelkê herêmê ve dê were kirintê wateya firehbûna rêvebiriyên xweserî.'

    Her wiha duhî çavkaniyekî Hewlêrê ji Rudawê re ragihandibû ku di konferansa kantonan ya Rimêlanê de wê kanton werin belavkirin û li şûna wan li rojava pergala federasyonê dê were îlankirin. Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî piştgirî dabû pergala federasyonê û gotibû, divê hemû kurdên Sûriyeyê bibin yek deng.

    Di vê navberê de Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûellim berî hevdîtinên Cenevreyê derbarê federasyonê de axivî bû û gotibû, li Sûriyeyê em li dijî pergala federasyonê ne.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiya bê navber êrişî Rojava dike
    Li Rojava amadekariya sîstema federasyonê dikin!
    Heke dewletên rojava wekî Rûsyayê bikira, niha ji zû ve şerê li Sûriyeyê biqediya
    Wezîrê Luxemburgî: Sîstema xweser a li Rojava dikare bibe mînak
    Atalay: ‘Li Rojava dewleta PKKê heye'
    Etîketan:
    Ragihandina Federasyonê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî, Mesûd Barzanî, Welîd Mûellim, Idrîs Nasan, Kobanî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de