21:37 19 Tebax 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Li Mûş, Belîs, Mêrdîn û Erzeromê operasyonên binçavkirinê

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 67 0 0

    Li bajarê Mûş, Belîs, Mêrdîn, Erzerom û Stenbolê operasyonên binçavkirinê bi hemû leza xwe didomin. Li Stenbolê parêzer jî din av de gelek kes hatin binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Tetwanê di serdegirtina malan de endamên Egîtîm-Senê Fîlîz Akilçagi, Lokman Akilcagi û Hevseroka Şaxa ÎHDa Belîsê Seval Karaçelîk hatin binçavkirin. Polêsan li Tatosê bi ser avahiya DBPê de girtin û li Gimgimê jî welatiyek hate girtin.

    Her wiha li navçeya Tatosê ya Erzeromê jî polês û tîmên taybet di saetên sibehê de bi ser avahiya navçeyê ya DBPê de girtin. Her wiha polês ketin û derketina navçeyê bi wesayîtên zirxî ve girtine û kontrola nasnameyan dikin.

    Li navçeya Gimgim a Mûşê welatiyê bi navê Tahsîn Aktaş ê ku hatibû binçavkirin hate girtin. Aktaş piştî dozgeriyê bi îddiaya "endamê rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Aktaş ê ku bi heman îddiayê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

    Li navenda Mêrdînê û navçeya Qoserê, Hevserokên DBPê yên navçeyan jî di nav de 11 kes hatin girtin.

    Ji kesên di 12ê Adarê roja Şemiyê de li navenda Mêrdînê û navçeya Qoserê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, Hevserokê DBPê yê Navçeya Navendî Mehmet Şîrîn Gultekîn û Hevserokê DBPê yê Navçeya Qoserê Hakki Akansel, endamên partiyê Veysî Şîmdî, Serdar Dînç, Cengîz Albayrak, Feyzî Fîdan, Încîle Fîdan, Alaattîn Guneş, Mehmet Sîncî, Ahmet Ozturk û Hediye Ozturk nîvê şevê sewqî Edliya Mêrdînê hatin kirin.

    Piştî kar û barên li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê her 11 siyasetmedar sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Mêrdînê hatin kirin û bi îdîaya "xerakirina yekparebûna welêt û yekîtiya dewletê" hatin girtin. Dadgehê 11 siyasetmedar şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

    Bi heman mijarî:

    Polêsê Îranê li bajarê Kirmaşanê 39 kes girtin
    Polêsan bi ser mala parlamenterê HDPê de girtin
    Hevserokê HDPê yê Îzmîrê ji di nav de 10 kes hatin girtin
    Li Şirnexê 3 girtin û li Hezexê jî 6 kes hatin binçavkirin
    Berpirsê çekên kîmyewî yê DAIŞê hate girtin
    Etîketan:
    Egitim-Sen, Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyayê (IHD), DBP, Mehmet Şîrîn Gultekîn, Tahsîn Aktaş, Seval Karaçelîk, Lokman Akilcagi, Fîlîz Akilçagi, Erzerom, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de