00:47 19 Tebax 2017
Zindî
    Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê

    Li Geverê li dijî wesayîta zirxî çalakî: Kuştî û birîndar hene

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 201410

    Li gorî nûçeya ajansa DİHAyê li navçeya Gevera Colemêrgê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek pêk hat û li gorî zanyariyan di êrişê de kuştî û birîndar çêbûne.

    Colemêrg - Li Geverê piştî hêzên dewletê yên ku dixwazin bikevin taxan, li dijî wesayîtekî zirxî li taxa Gungorê êrişa bi mayinî çêbû. Piştî teqînê gelek ambulans sewhî herêmê hatin kirin, hat hînbûn ku mirî û birîndar hene.

    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî qedexeyê hêzên dewletê ji Fermandariya Alay a Geverê û Tabura Efelerê taxên Cumhuriyet, Eksi Kişla, Gungor û Ormanê tên topbarankirin. Di encama bombebaranê de hate hinbûn ku gelek malan zirar dîtine, hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî ve hewl dan bikevin taxa Gungorê. Di vê navberê de gelek pevçûnên dijwar qewimîn, dema ku wesayîtekî zirxî kete taxê mayin teqiya. Teqîn li gelek deverên navçeyê hate bihistin. Hate hinbûn ku mirî û birîndar hene.

    Pişti teqînê gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Mirî û birîndar bi piştgiriyê wesayîtên zirxî ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

    Bi heman mijarî:

    GEVER - Arteşa Tirkiyayê amadekariya operasyonan dike
    YPS Gever hate îlankirin!
    Davutoglu: Dibe Cizîr û Gever bibin parêzgeh
    Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê
    Li sînorê Gever-Şemzînan tevgera balafirên şer
    Etîketan:
    Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), Fermandariya Alay a Geverê, Artêşa Tirkiyeyê, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de