04:34 16 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    DAIŞê li Çemê Firatê êriş kir: 25 kuştî

    © Foto: AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    DAIŞê êrişî hêzên kurdan kir û ketê dafê. YPGê ragîhand ku êrîşên li rojavayê Çemê Firatê dewam dikin û 25 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPGê hatine wergirtin, terorîstên DAIŞê di 12ê Adarê de li başûr-rojhilatê bajarokê Holê êrîşek lidar xistin.

    Piştî êrîşê li ser mefreqa Umcirês a li ser sînor şerekî dijwar li herêmê qewimî. Di şer de bi qasî hat zelalkirin 23 terorîst hatin kuştin. Cenaze, çek û cebilxaneyên her 23 terorîst jî ketin destê hêzên YPGê.

    Saet di 05.00'an de çeteyên DAIŞê li nêzikî 20 km başûr rojavayê Çiyayê Kezwan êrîşek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên YPGê li qadê şerekî dem kin hat jiyîn. Di encama vê şerî de qasî ku hatê zelal kirin 3 terorîstan zete hatinê kuştin.

    Şervanên YPGê tevî 3 cenazeyên terorîstan dest danîn li ser 1 BKC, 1 roketavêja B7, 3 kleş, 3 raxt, 17 şerjor û 3 bombeya destan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Tirkiye, destûra çekên kîmyewî dide ku têkeve Sûriyeyê'
    YPG: 'Tirkiye, hê jî êrişên xwe didomîne û agirbestê bin pê dike'
    YPG: Di 24 saetên dawî de 16 welatiyên sivîl hatin qetilkirin!
    YPG: ‘Tirkiya dîsa êriş kir gelek şervanên me birîndar bûn'
    YPG: 25 komên terorîst agirbest îxlal kirin
    Etîketan:
    kurd, êriş, terorîst, DAIŞ, YPG, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de