09:37 12 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna Enqereyê

    Li Enqere teqînek mezin: 37 kuştî, 15 jê giran 71 Birîndar !

    © REUTERS/ Tumay Berkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    110

    Li paytexta Tirkiyayê Enqereyê teqînek pêk hat. di encama teqînê de 37 kesan jiyanên xwe ji dest dan 71 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzinoglu ragihand ku dermankirina 71 birîndaran dewam dikin.

    Li meydana Kizilay a bajarê Enqerê teqînek mezin çêbû. Walîtiya Enqerê ragihand ku di encama teqînê de heya niha 37 kes hatine kuştin û 71 kes jî birîndar bûne.

    Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu derbarê teqîna li Enqereyê de daxuyaniyek nivîskî da.

    Daxuyaniya Davutoglu wiha ye:

    Li kolana Ataturkê ya Enqereyê bi wesayîtek bombe barkirî êrişî welatiyên meyên ku li rawesgehan li benda otobesan bûn hatiye kirin. Ez wan kesên ku êrişê pêk anîne li ser navê welatê xwe û gelên xwe lanet dikim.
    Li gorî agahi, encamên analîzên îstîxbaratê yên di destên me de derbarê kesên ku êriş pêk anîne de agahiyên berbiçev bi dest xistiye. Piştî ku lêkolînên derbarê bûyerê de temam bibin dê em hûrgiliyê teqînê ji rayegiştîre parve bikin.

    Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan derbarê teqîna li Enqereyê daxuyanî da

    Daxuyaniya Erdogan wiha ye:

    Dewleta me li hember êrişan ji mudafaya xwe ya meşrû dê tu çarî venegerê. Hemû leşker, polês û hêzên meyên ewlehî dê her gav li hember van êrişan têbikoşin. Gêlên me dê ji her gavan zêdetir li hemberî wan êrişan bibin yek. Tirkiya dê wan rojên hanê yên teng paşve bihêle.

    Peyama Kemal Kiliçtarogluya li ser teqînê

    Serokê Partiya Komara Gelan (CHP) Kemal Kiliçtaroglu teqîna li Enqereyê em bi êwayeke tûndî şermezar dikin. Gelek hemû kes vê êrişî şermezar bike. Kesên êrişkar bi vê êrişî biratî û aştiyame armanç girtine. Lê gelê me bi hevgirtin û bi hev re bû nê armanca wan kesan dê têk bibin. Kesên ku di teqînê de jiyanên xwe ji dest dane Xwedê rihma xwe li wan bike û sebr bide malbatên wan.

    Muezzinoglu: 19 kes bi giranî birîndarin

    Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzinoglu; Derbarê teqîna li Enqereyê de agahî da û diyarkir ku 125 kes di teqînê de birîndar bûne û dermankirina wan kesan dewam dike. Herwiha rewşa 19 birîndaran xedar e.

    Wezîrê Navxweyî Efkan Ala derbarê bûyerê da got: ‘Derbarê teqînê de gelek encam bi dest xistiye. Lê em teqez nikarên ka kî jan rêxistinê teqînê pêk aniye bêjin. Piştî lêkolîn, jêpirsînan ku temam bûn dê em eşkere bikin. Ez bawirim dê sibê eşkere bibe. Li cihê bûyerê 30 kes li 4 kesan jî li nexweşxaneyan jiyanên xwe ji dest dane.

    Odeya Tebîban ya Enqereyê li ser hesaba xwe ya twittirê ragihand ku di teqîna Enqereyê de 27 kesan jiyanên xwe ji dest dane û nêzî 150 kes jî birîndar bûne û birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyan.

    Ji ewlehiyê wezîfedar rayedarê Tirkiyê daxuyanî da Reutersê û got: 'Delîlên ewil PKKê yan jî komek girêdayê PKKê ye îşaret dike'.

    HPDê ji bo teqîna Enqere daxuyanîn da. Di daxuyaniya HDPê hat gotin ku; Teqîna ku vê êvarê li Enqerê çibû em lenat dikin û bi hemû gelê me ve em vê xemginiyê parve dikin.

    Kesên ku teqînê de birînda bûne navên wan diyar bûn.

    Teqîn di dema derbasbûna otobusekê de li bulvara Ataturk û di nav otomobîlê de çêbûye. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de gellek otomobîl dişewitin û dokel bilind dibe.

    Hat zanîn ku 2 otobusên şaredariya Enqerê û 4 otomobîlên welatiyên sivîl di encama teqînê de şêwitîne. Hejmareke zêde ya ambulans, tîmên hawarçûnê û hêzên polîs û ewlehiyê li cihê teqînê amadebûne.

    Walîtiya Enqerê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku li gor agahiyan heya niha 27 kes hatine kuştin û 75 kes jî birîndar bûne.

    Li gorî şahidê ku navê wî Dogan e teqîn di hindirê erebekî de hatiye meydanê.

    Ankara patlamasında Doğan adında olay anındaki görgü tanığıDetay… http://sptnkne.ws/aQbhPAYLAŞ!!!

    Diyarbakır Haber tarafından gönderildi 13 Mart 2016 Pazar
    Ji aliyekê din ve Saziya Bilind a Radyo Televizyona Tirkiyê (RTUK) weşana li ser teqîna îşev a li Enqerê qedexe kir.
    Li gorî wê biryarê, weşana zindî li cihê teqînê, herwiha dîmenên dema teqînê û yên piştre û nîşandana cenazeyan bi hemû awayî qedexe ye.
    Li Enqereyê ji 10'ê Cotmeha 2015'an heya niha 3 teqînên mezin rû dan. Di teqîna 10'ê Cotmehê de di Mîtinga Aşitiyê de 102 kes hatibûn qetil kirin û derdora 500 kesî jî birîndar bibû.

    PiştÎ teqîna Enqereyê, li Stenbolê li cem peykerê qada Beşiktaşê mum hatin vexistin.

    ​Di 17'ê Sibatê de jî li hemberî servîsa leşkerî êrîşa bi bombeyî pêk hatibû û 28 kes jiyana xwe ji dest dabûn 61 kes jî birîndar bibûn.


    Etîketan:
    teqîn, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de