22:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    Huda Kaya

    Parlamentera HDPê: ‘Kesên bedenên tazî taşhîr dikin nabin şehid'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya, serdana sersaxiya Abdullah Înedi, Serhat Altun û Mehmet Tunç de got: ‘Kesên bedenên tazî taşhîr dikin nabin şehid'.

    Stenbol — Rêveberiya YAKAY-DERê û rêxistina HDPê ya navçeya Sultanbeylî ji bo Abdullah Înedi, Serhat Altun û Mehmet Tunç ên li Cizîrê di komkujiyê de hatin qetilkirin sersaxî danîn.

    Parlamentera HDPê Huda Kaya di merasîma sersaxiyê de diyar kir ku her şehidek perçeyeki dilê wan e û wiha got: ‘Ev ciwanên hêja li dijî DAIŞê şer kirin. Dilekî mezin ji me re hiştin. Şerê terorîstên hovane kirin. Ne yên mezluman. Ew şehîd in. Ma mina JOH û POHê ne? JOH û POH li Cizîrê komkujî pêk anîn û gotin ‘Keçikno em hatin' û sutyenên wan daliqandin û bedenên jinan ên tazî teşhîr kirin. Ma mirovên wiha dibin şehîd? Şehîdên rastîn ew kesên ku bi awayekî hovane tên kuştin in.'

    Merasîma sersaxiyê li avahiya HDPê hate lidarxistin. Hevserokê HDPê yê Stenbolê Cesim Soylu jî beşdarî sersaxiyê bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Huda Kaya: 'Rayedar û mafyayê dest dane hev û aştîxwazan lînç dikin'
    TAYBET - Huda Kaya daxwaza parastinê kir
    Huda Kaya: 'Erdogan xwe wekî serok nabîne, xwe wekî rizgarkerê Alema Îslamê dibîne.'
    Huda Kaya: 'Xwînrij di cejnê de jî li ser kar bûn'
    Huda Kaya: ‘Li Cizîrê dengê banga şerîf hatiye birrîn, minare bûne hêlîna nîşangiran'
    Etîketan:
    POH, JOH, YAKAY-DER, HDP, DAIŞ, Cesim Soylu, Huda Kaya, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de