02:45 13 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ ji bajarê stratejîk ê Iraqê vekişiya

    © REUTERS/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê ji bajarê Rutbaya ku bi wîlayeta Enbarê ve girêdayiye vekişiya. Rutba bajarekî stratejîk ê li ser rêya Bexda û Ammanê ye.

    Navenda Nûçeyan - Şaredarê bajarê Rutbayê Îmad Ehmed di hevpeyvîna xwe ya televîzyona El Sumariya Iraqê de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê ev du sale kontrola bajêr di destê wê de bû û bi biryara xwe ji Rutbayê vekişiya.

    Îmad Ehmed di bedewamiya axaftina xwe de got: ‘Terorîstên DAIŞê bi tevahî ji bajarê Rutbayê vekişiya û li derdora Rûmadiyê li El Qaîmê bi cih bû.'

    Şaredarê Rutbayê di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Dibe ku rêxistina terorîst ji bo ku zêde kuştiyan nede ji bajêr vekişiya be. Lê ji bo têkiliya xelkê bajêr ya bi rêvebiriya navendî re tespit bike, dibe di nava lîstikan de be jî. Hê ku ev firsend çêbûye divê Artêşa Iraqê destê xwe zû bigre û kontrola bajêr bi dest bixe.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî Qamişloyê bike’
    Amerîka: ‘Dibe DAIŞ êrişê Ewropayê bike'
    DAIŞ bi moşekan êrişî Mexmûrê dike
    DAIŞ bi topên kîmyewî êrişî Pêşmerge dike
    DAIŞ, ji bo êrişa YPGê di nava hewldanan de ye
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, DAIŞ, Îmad Ehmed, Rutba, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de