07:57 18 Kanûn 2017
Zindî
    Cizîr

    Raporta DBPê: ‘Ji sedî 80 gelê Cizirê zirar dîtin'

    © Foto: Cizre Postasi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DBPê di rojên 10-11e Adarê de heyetek lêkolînê şande navçeya Cizîrê û hin lêkolîn da kirin. Heyet piştî lêkolînên xwe raportek amade kir. Li gorî raprtê nêzî 300 kesî mirin û ji %80ê welatiyan ji ber şer zirarên pir alî dîtine.

    Amed — Raporta ku heyeta Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)ê amade kiriye de bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re hate parvekirin. DBP di raportê de diyar kir ku zarok, kal û pîr jî di nav de li navçeya Cizîrê nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 80 welatiyan zirar dîtine. Heyet her wiha banga alikariyê jî kir û çendek daxwaz ji dewletê kirin.

    Xebatên alîkariyê yên ji bo pêdiviyên lezgîn û sereke wiha ye:

    1. Her rojê 6.000 nan tê belavkirin.

    2. Her rojê xwarina du danan didin 2.500 kesan.

    Li gorî vê xebatê rewşa derketiye holê wiha ye:

    1. Ji ber êrişên tang û topan ji sedî 80ê navçeya Cizîrê zirar dîtiye.

    2. Li navçeyê hemû welatî wekî sûcdarên potansiyel hatiye dîtin û hiqûqa dijminantiyê liser wan hatiye meşandin.

    3. Di serî de li taxên Cudî, Nur, Sur û Yasefê û bi giştî li 6 taxan di dorpêçkirina 80 rojan de tahrîbatake mezin çêbûye.

    4. 500 avahî tevahî zizar dîtine û 2000 avahî jî nevî zizar dîtine.

    5. Polês û tîmên taybet ketine malên ku xwedî ew vala kirine û xirab kirine.

    6.Di van malan de hemû mobilya nivîn, sarinc, televizyon, klima û hemû alavên malê dane ber guleyan û wêran kirine.

    7. Dolabên cilan tev dane ber guleyan û cil tev xistine halê ku neyên lixwekirin.

    8. Pîsiyên xwe xistine nava nivîn û cilan.

    9. Cilên welatiyan û bi taybetî bincilên jinan belav kirine û li ser wan tiştê neheqiya herî mezin hatiye kirin. Siloganên ku rûmeta mirovan rencîde dike nivîsandine.

    10. Binesaziya navçeyê bi awayekî mezin wêran bûye.

    11. Li navçeyê zarok, kal û pîr jî di navde nêzî 300 welatî hatine qetilkirin.

    12. Li 3 jêrzemînan bi dehan mirov hatine şewitandin. Ji ber beden hatine şewitandin mirov nehatine teşhîskirin. Ji ber vê yekê li goristanên bêkesan hatine definkirin.

    13. Hêj di bin enkazan de cenaze hene.

    14. Hê ji bin enkazan perçeyên laşê mirovan derdikevin.

    15. Bedenên ku dest, mil û bê serî û perçe bûne bi zanebûn li kolanan ve hatin daliqandin.

    16. Li kolanan gelek miriyên pisîk û sehan bi zanebûn hatin daliqandin.

    17. Li ser diwaran nivîsên nijadperest, zayendîperest û faşîzan hatin nivîsandin.

    18. Di dorpêçê de bi rûmet û hûrmeta mirovan hat lîstin. Ji bo vîn û rûmetê bişkînin dijminantiyek xedar hat meşandin.

    Daxwaz:

    1. Aboriya navçeyê bi tevahî têk çûye. Li ser vê rastiyê divê deynên esnaf û welatiyan bê taloqkirin.

    2. Ji bo hovîtiya li vê navçeyê pêk hat, li navçeyek û deverek din pêk neyê divê siyaseta demokratîk têkeve meriyetê.

    3. Ji bo gel bi tenê neyê hiştin neyetên neteweyî, navneteweyî û saziyên sivîl ên civakî bi dorveger bên navçeyê û ziyaretan pêk bînin.

    4. Divê li navçeyê ne wekî ‘veguhestina ajarvaniyê' jiyana nû ya civakî bê avakirin. Ji bo vê yekê divê piştevanî û şêwirmendi bê xurtkirin. Ji bo vê yekê pêdiviyên xwarin, stargeh, perwerde û tenduristiyê bê kirin.

    5. Ji bo geşedanên li Cizîrê pêk hatin, di aliyê zagonî, hiqûqî û cezayî de bê şopandin divê ji aliyê komîsyona hiqûqê ya Baroyê de bê şopandin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sariyildiz: ‘Cizîr kampa naziyan e, dewlet delîlên sûc ji holê radike’
    CIZÎR - Bodrûmeke wehşetê ya din jî: Kuştî, birîndar û asêmayî hene ( HAT NÛKİRİN)
    CİZÎR - Davutoglu ji bo birîndaran talîmat da!
    BILEZ – Operasyonên li Cizîr û Sûrê bi dawî dibin
    Riya Cizîr-Şirnexê hate girtin!
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Êrişên CizÎrê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Cizîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de