00:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Tugaya Cund El-Heremên

    Tuxaya Cund El-Heremên tev li refên HSDê bû

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Tuxaya Cind El-Heremên ku ji bo şerê li dijî rêjîma Sûriyeyê û DAIŞê hatibû avakirin tev li hêzên HSDê bû.

    Rojava — Tuxaya Cund El-Heremên di destpêka tîrmeha 2012an li bajarê Minbicê ji terefê hezar û 200 şervanan hate avakirin. Piraniya şervanên wê ji bajarê Minbicê bûn, rêxistinê zêdetir şerê hêzên rêjîmê kir û li dijî siyaseta wan ên li dijî gelê herêmê derketin.

    Tugaya Cund El-Heremên di destpêka avakirina xwe de li herêma balafirgeha Kiwêris a li gundên Helebê, li herêma Tebqa ya Reqqa û her wiha li Minbic, Bab û Ezazê jî şerê hêzên rêjîmê kir. Ev yek di sala 2013'an de pêk hat. Paşî di sala 2015an de berê xwe dan Kobanî û li kêleka hêzên YPG/YPJê sekinîn û di şerê li başûrê Kobanî de cih giritin.

    Tuxaya Cund El-Heremên di 10ê Adara 2016an de civîneke çapemeniyê li dar xist û bi fermî beşdarî nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû. Daxuyanî li Bendava Tişrîn hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê li hemû herêmên Sûriyeyê şerê çeteyên DAIŞ bikin.

    Fermandarê Tuxaya Cund El-Heremên Mahir El-On diyar kir ku em ji bo rizgarkirina Sûriyeyê bi komên çete yên DAIŞê şer dikin. Me beşdarbûna xwe ya di nava HSDê de riya herî guncaw dît. Ji ber HSD tekane hêza ku şerê DIAŞê dike û dikare zilmê li ser gelê Sûriyeyê rake.'

    Bi heman mijarî:

    HSD: ‘Em bi agirbestê ve girêdayîne û pêngava Rûsyayê girîng dinirxînin'
    Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) agirbestê qebûl kir
    HSD: ‘Em ê bersiva êrişên Tirkiyeyê nedin'
    HSD: ‘Tirkiya nahêle ku em li dijî DAIŞê şer bikin’
    HSD: ‘Tirkiye hetanî bixwaze bila êriş bike, em dev ji tekoşîna xwe bernadin'
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, YPJ, YPG, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Tuxaya Cund El-Heremên, Mahir El-On, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de