21:54 11 Kanûn 2017
Zindî
    Nisêbîn - qedexe û êriş - roja 8.

    Beriya operasyona tank û wesayîtên zirxî hatin bicihkirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Beriya operasyona navçeya Nisêbînê artêşa Tirkiyeyê tank û wesayîtên zirxî li bexçeyên dibistanan bi cih dike.

    Nisêbîn — Piştî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê daxuyand ku dê operasyon dest pê bikin, gelek tank û wesayîtên zirxî li bexçeyên dibistanên Nisêbînê hatin bicîhkirin û ji ber vê yekê koça welatiyan jî dest pê kir.

    Li bajarên kurdan rewş ber bi aloziyeke mezin ve diçe. Ligel amadekariya operasyonan, koça welatiyan jî ya ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê dest pê kir. Beriya operasyon dest pê bikin, ji ber şer û pevçûnan esnafan jî kepeng danîn.

    Li gel vê yekê hêzên dewletê jî amadehiyên xwe bê navber didomînin. Lewra hate ragihandin ku tank û wesayetên zirxî li hewş û bexçeyên dibistanan tên bicihkirin.

    Welatî li gorî pêdiviyên xwe hinek tiştan hildigirin û ji bajêr derdikevin. Heta niha li navçeya Nisêbînê 6 caran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Welatî ji ber şerê li navçeyê diqewime berê xwe ber bi gund û bajarên ku lê şer tune ne dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbîn û Geverê qedexeya derketina derve hat îlankirin
    Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de xendek tê kolandin
    OPERASYON - Li dijî Nisêbîn û Hezexê amadekariya êrişan...
    Li Nisêbîn û Cizîrê heta sibehê li dijî kurdan êrîş pêk hatin
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    Etîketan:
    Operasyona Nisêbînê, Wesayîtên Zirxî, Artêşa Tirkiyeyê, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, Nisêbîn, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de