10:13 13 Kanûn 2017
Zindî
    Qedexe

    Li Nisêbîn û Geverê qedexeya derketina derve hat îlankirin

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Şirnexê û navçeya Mêrdîn a Nisêbînê ku amadekariya êrîşên nû tê kirin, hêzên dewletê li dijî taxan êrîşan pêk tînin. Li gel vê yekê li navçeyên Gever û Nisêbînê îşev qedexeya derketina derve dest pê dike.

    Navenda Nûçeyan — Piştî êrişên ku li Sûrê li ser fermiyetê hate bidawîkirin, Wezîrê Navxweyî Efkan Ala daxuyandibû ku ji bo ‘Gever, Şirnex û Nisêbînê' amadehiyê operasyonan nû tên kirin. Piştî vê yekê sewqiyata leşkerî hate kirin. Hêj ku operasyon bi fermî nehate dest pê kirin, hêzên dewletê êrişî ser gel kirin. Li gel vê yekê li navçeyên Gever û Nisêbînê jî îşev qedexeya derketina derve dest pê dike.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê êrîşên hêzên dewletê li Şirnexê ji şevê din heta niha berdewam dike. Êriş di saetên êvarê de dest pê kirin. Hedefa êrişan jî weke taxên ku welatî lê dijîn ne. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî dengê çekên giran ji taxên ku gel dijîn bilind dibin.

    Li gel vê yekê hate ragihandin ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û Gever a Colemêrgê, qedexe hati îlankirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hate dayîn de hat ragihandin ku îşev dê saet di 22.00an de û di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hate dayîn de jî hate gotin ku qedexe dê saet 00.00'an de dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Walîtiya Mêrdînê li bajêr jiyan qedexe dike!
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Rûsya: ‘Li Sûriyeyê, em li dijî herêma qedexe ya firînê ne'
    Sûr, Hezex, Cizîr û Silopiya: Bîlançoya êriş, qedexe, şer, kuştî û birîndaran
    Wezîrê Tirk: 'Operasyon bi dawî bû, lê qedexe wê bidome'
    Etîketan:
    Qedexeya Derketina Derve, Walîtiya Colemêrgê, Walîtiya Mêrdînê, Gever, Nisêbîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de