23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Yekîtiya Erebî

    Yekîtiya Erebî rêxistina Hizbûllahê xiste lîsteya terorê

    © Foto: AA/ Mohamed Hossam
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrên derveyên welatên Erebî, di kombûna xwe de li nivîsîngeha serekîya Komkara Erebî li Qahireyê bi piranîya dengan Hizbullah libnanî xistin lîsteya terorê.

    Kahire — Wezîrên derveyên welatên Erebî, di kombûna xwe de li nivîsîngeha serekîya Komkara Erebî li Qahireyê bi piranîya dengan Hizbullah libnanî xistin lîsteya terorê. Lê Iraq û Libnan li hemberî vê biryarê derketin û Cezayîrê jî têbînî li ser biryarê hebû.

    Wehîd Mûbarek Sîyar, alîkarê wezîrê derveyê Behreynê, di kongoreyeka rojnamevanî de, biryarên kombûna wezîrên derveyê welatên Erebî vexwînd ku têde hatîye, Biryarên Civata Komkara Erebî, biryara Hizbûllaha Lubnanî jî wekî rêxistineke teroristî ji xwe girtîye.

    Sîyar got: ‘Kodengî li ser evê biryarê hebû tenê Îraq û Lubnan dij bûn û Cezayîrê jî têbînî li ser biryarê hebûn.'

    Ew biryara wezîrên derveyên Komkara Erebî, di demekê deye ku tenê yek heftî boriye li ser biryara Civata Arîkariya Kendavê, kû ew jî her bi wî şêwazî biryarda ku Hizbûllaha libnanî bixin di nav lîsta rêxistinên teroristî de.

    Bi heman mijarî:

    Dewletên ereb ên kendavê, Hizbullah wekî rêxistineke terorîst îlan kir
    Terorîstekî ereb dibêje min li Kobanî sere 16 keçên kurd jêkir
    TEV-DEM bi pêkhateyên ereb re civiya
    HEWÎCE - 40 ereb ji destê DAIŞê reviyan cem Pêşmerge
    Monarşîyên ereb civîyan
    Etîketan:
    Rêxistina Hizbullahê, Yekîtiya Erebî, Wehîd Mûbarek Sîyar, Kahire, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de