20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Li Kobanê ji bo Bakur meş

    Di roja bîranîna serhildana Qamişlo de gel daxwaza federalîzmê kir

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di salvegera serhildana 12ê Adarê de, welatiyên Rojavayê Kurdistanê daketin ser cade û kolanan û ji xeyrî bîranîna serhildana 12ê Adarê, li Sûriyeyê daxwaza mafê federalîzmê kirin.

    Qamişlo — 12mîn salvegera serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo hat bîranîn. Bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê li çend bajar, bajarok û deverên Rojavayê Kurdistanê ji bo bîranîna wê serhildanê daketin cadeyan û kolanan û piştre bi meşeke girseyî ber bi goristana ve çûn û serdana gorên şehîdên wê serhildanê kirin.

    Di 12ê Adara sala 2004an de piştî bûyerên di lîstika navbera tîmên futbolê yên bajarê Qamişlo û Dêra Zorê de, piştî ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û xelkên Ereb êrişî kurdan kirin û çend welatiyên sivîl ên kurd şehîd kirin, li bajarê Qamişlo û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên berfireh li dijî Hikûmeta Sûriyeyê birêve çûbûn.

    Bi derbasbûna demê ew xwepêşandanên nerazîbûnê berfirehtir bûn û bo serhildaneke temam li Rojavayê Kurdistanê guherî.

    Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 30 welatiyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê şehîd ketin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wiha hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi sedan kes ji welatiyên sivîl ên kurd girtin û şandin girtîgehan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Qamişlo - YPG: Dewleta tirk êriş kir, me bersiv da!
    Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de xendek tê kolandin
    Asayîşa Qamişlo 2 bombeyên terorîstan pûç kirin
    Ji Qamişlo 10 komên zarokan beşdariyê di Fêstîvala Zarokan de dikin
    Li bajarê Qamişlo du teqîn rûdan
    Etîketan:
    Bîranîna 12ê Adarê, Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de