01:26 14 Kanûn 2017
Zindî
    Zindana Qizilhisarê, Îran

    Polêsê Îranê li bajarê Kirmaşanê 39 kes girtin

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Polês ên Îranê bi tohmeta bi kar anîna madeyên teqandinê 39 kes li bajarê Rojhilatê Kurdistanê girtine.

    avenda Nûçeyan — Hêzên Polêsên Îranê li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê 39 kes bi tohmeta kirîn û firotina madeyên teqandinê girtin. Her wiha hat ragihandin ku ji ber bi kar anîna madeyên teqandinê li Kirmaşanê di çend rojên borî de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    Li gorî zanyariyan, hêzên polês ên Îranê bo girtina kesên ku kirîn û firotinê bi madeyên teqandinê dikin, li nav bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyonek mezin kiriye.

    Ji aliyekê din ve hat ragihandin ku zarokek 12 salî bi egera teqîna madeyên teqandinê û bombeyên destçêkirî yên dengî her du destên xwe ji dest daye.

    Polêsê Kirmaşanê her wiha got, di çend rojên borî de ji ber bi kar anîna bombeyên destçêkirî û madeyên teqandinê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    Di heyama Cejna Newrozê û merasîmên wê de xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelek madeyên teqandinê bi kar tînin, her çiqas ku hikûmetê ew yek qedexe jî kiriye.

    Her wiha berî Newrozê û di çarşemiya dawî ya salê de ku li Rojhilatê Kurdistanê bi Çarşema Sor û li Îranê bi Çarşenbê Sorî tê naskirin, xelk agir pêdike û xort madeyên teqandinê bi kar tînin.

    Bi heman mijarî:

    Kirmaşan - Qezaya trafîkê: ‘4 kes mirin'
    KIRMAŞAN - Sûcê dewletê yê herî mezin kûrkirina bêkariyê ye
    Şaredarê bajarê Kirmaşanê ji kar hat avêtin
    Îran: 'DAIŞ gihiştiye Kirmaşanê û bingeha çalakiyan ava dike'
    531 gundên Kirmaşanê vala bûne
    Etîketan:
    Hêzên Polês ên Îrane, Walîtiya Sinê, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de