17:56 13 Kanûn 2017
Zindî
    Amed

    Li çend taxên navçeya Sûrê qedexeya derketina derve rabû

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li çend tax û kolanên navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve rabû.

    med — Zêdetirî 3 mehan e qedexeya derketina derve û şer li navçeya Sûrê ya Amedê didome. Her çiqas çend roj berê bi fermî hatibû ragihandin ku operasyonên Sûrê xilas bûne lê dîsa şer û pevçûn diqewime. Herî dawî duhî şer derket û ji her du aliyan çend kes hatin kuştin û birîndar bûn.

    Walîtiya Amedê ragihand ku ji îro (13ê mehê) saet 08:00 ve qedexeya derketina derve li ser kolana Gazî, taxa Cevadpaşa û 4 kuçeyên taxa Dabanolgu radibe.

    Ji ber şer û operasyonan piraniya navçeya Sûrê wêran bûye lê beşek ji şêniyên hîn di nav de mane û ji ber şer asê mane.

    Di şerê Sûrê de bi dehan sivîl, leşker û şervan hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Baroya Amedê ji bo Sûrê dest bi kampanyayê kir
    Li Sûrê operasyon dawî nebûn: 5 kuştî, 10 cenaze
    Sererkaniya Tirkiyeyê encama operasyonên Sûrê eşkere kir
    Ji bo Sûrê banga lezgîn!
    Efkan Ala: Êriş û operasyonên li Sûrê bi dawî bûn!
    Etîketan:
    Qedexeya Derketina Derve ya Sûrê, Walîtiya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de