20:37 24 Îlon 2017
Zindî
    Ferhat Encu

    Parlamenterê HDPê: 'Leşkerên tirk gule li gelê kurd reşandin'

    © Foto: Ferhat Encu facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 176301

    Leşkerên tirk li navçeya Qilaban a Şirnexê gulle li gelê kurdan reşandin û tê gotin, ku gellek welatî birîndar bûne û birîna hinek ji wan jî giran e.

    Şirnek — Li gorî agahîyên dihayê îro êvarê li navçeya Qilabanê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê, gulle li gundiyên sivîl ên Kurd reşandine.

    Di êrîşê leşkerên tirk de welatiyekî bi navê Cafer Tong û gellek kesên din birîndar bûne. Hat zanîn, rewşa çende kes ji wan birîndaran gellek xirab e.

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî di hesaba xwe ya li ser Twitterê de ew agahî piştrast kir û ragihang ku leşkerên tirk gulle li gelê kurd reşandine û gelek kes jî birîndarin.

    Ferhat Encu herwiha ragihandiye, ku hewl tên dayîn daku kesên birîndar bo nexweşxaneyê bên veguhastin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ferhat Tunç: ‘Dewlet li ser sozê xwe nasekine; lewre gelê Sûrê jê bawer nake’
    Birayê Ferhat Encu hate binçavkirin!
    Ferhat Encu: Birîndarên li Cizîrê yek bi yek dimirin!
    TAYBET- Parlamenterê HDPê Ferhat Encu: 'Kuştî û birîndar hene'
    Etîketan:
    kurd, leşkerên tirk, birîndar, Ferhat Encu, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de