14:46 22 Îlon 2017
Zindî
    Koçber

    Ji Derya Egeyê 30 cesed hatin derxistin

    © Foto: AA/ Suat Salgın
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 547 0 0

    Fermandariya Parastina Deryayê ya Tirkiyeyê ragihand ku di nava 5 rojên dawî de ji Deryaya Egeyê hezar û 575 koçber hatin rizgarkirin û 30 cesed hatin derxistin.

    Navenda Nûçeyan - Fermandariya Parastina Deryayê ya Tirkiyeyê ragihand ku di nava 5 rojên dawî de ji Deryaya Egeyê hezar 575 koçberên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatin rizgarkirin û 30 cesed hatin derxistin.

    Fermandariya Parastina Deryayê ragihand ku bi armanca astengkirina koçberên qaçax ku derbasî Ewropayê nebin de tekoşîn bê navber didome. Di vê çarçoveyê de ji 5ê Adarê hetanî 9an tîmên fermandariyê di 30 bûyerê Derya Egeyê de penaberan ku dixwestin derbasî Yunanîstanê bibin ji wan hezar û 575 kes hatin rizgarkirin û cesede 30 kesê xeniqî hat derxistin. Her wiha du qaçaxçî jî hatin binçavkirin.

    Ji aliyê din ve ji 1ê Rêbendanê hetanî 9ê Adarê 349 operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê pêk hatin û div an operasyonan de 16 hezar û 251 penaber hatin rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    1 jê zarok 5 penaber di Deryaya Egeyê de xeniqîn
    Duhî 245 penaber ji Tirkiyeyê vegeriyan Kobaniyê
    Hejmara zarokên penaber gihîşt 2 mîlyon û 500 hezaran
    Li Derya Egeyê 8 penaber xeniqîn û 14 kes jî windayî ne
    STENBOL - Penaber naxazin ku Tirkiyeyê bisekinin
    Etîketan:
    Penaber, Fermandariya Parastina Deryayê ya Tirkiyeyê, Deryaya Egeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de