08:03 24 Îlon 2017
Zindî
    Perwerde

    Jenerasyona nû ya kurdan

    © Foto: kurdpa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12951

    Bêşensiya kurdan ya herî mezin ew e, dewletên ku kurd ji wan statu dixwazin gelek dewletên kevnar in û xwediyê siyasetên kur û dur in. Ligel vê be jî, şensê berxwedana kurdan derfet û şensek mezine.

    Navenda Nûçeyan — Bi tevî xebat û çalakiyên çend partiyan li çar perçeyê Kurdistanê jî, di heman demê de dewletên ku niha kurd di bin bandora wan de ne, bi tevahiya hemû hêz û xebata xwe li dijî serxwebûn û dewletbûna kurdan sekinîne. Di asta niha de li Iraqê Kurdistaneke federal û li Sûriyeyê jî statuyek ku di rojên pêş de were derketiye holê. Ev rewş jî kurdan, ji bo pêşerojê bi hêvî dike.

    Bêşensiya kurdan ya herî mezin ew e, dewletên ku kurd ji wan statu dixwazin gelek dewletên kevnar in û xwediyê siyasetên kur û dur in. Ligel vê be jî, şensê berxwedana kurdan derfet û şensek mezine.

    Ji bo serkeftinê pêşî perwerdehî pêwist e

    Dewletbûn an jî xwedî statubûn ne tiştekî hêsane belku tiştek gelek tevlihevî û wekî zincîrê bi hev re girêdayi ye. Tiştên ku li gel kurdan û serxwebûna wan gelek hindikin û tiştên ku li dijî wan in jî pir zêdene. Tiştên ku kurd niha xwedîne û armancên ku kurd dixwazin bigihijînê çine? Mînak kurd çiqas zarokên xwe ji pêşerojê re amade dikin? Lewra ger kurd statuyek dixwazin bê guman, tiştê sereke ku bikin perwerdeya zarokan e.

    Ji bona jenerasyoneke pêşketî û serketî dayikên kedkar û zehmetkêş nebesin. Divê dayikên kurd di heman deme de xwedî armanc, xwedî fikr, ramanên netewî û xwedî perwedebin. Perwerdeya zarokek pêşerojê beriya dibistanan li malê ji dayik dest pe dike. Ji bîr nekin zarokên ku dewletbûn jê hêvî bibe, ligel ked û zehmetê, dive wekî xwarina rojane perwerdeyek baş bibînin.

    Ligel ku bandora malbatê ji ya dibistanan zêdeye jî, divê dayikên kurd zarokên xwe nekin ku ew bibin kopî ya malbatên xwe. Lewma her jenerasyona zarokan an jî mezinén dema xwe ne. Ger hûn zarokên xwe wekî dema xwe perwerde bikin ev tê wê wateyê ku hûn zarokan dişibînin xwe û ew jî ji zarokan re û ji pêşeroja gelé kurd e zirare. Çand û edeb bêguman başe ku ji malbatê were standin. Ligel parastina çandê nûjenkirina fikr û ramanan tiştê ku nebe nabe.

    Dayîkeke biaqil ji hezar mamostayî çêtir e

    Divê zarok li dijî her xirabiyek ku wan ji armanca wan biqetîne werin arastekirin. Ev arastekirin bêguman perwerdeya dema xwe, bixwebawerî, camêrî, mêrxasî û serbilindî be. Lewma xebatên kesê li dijî serxwebêna neteweyî, zarokjên wê neteweyê dike armanca sereke.

    Nexweşiya kurdan ya sereke ew e ku zu dev ji dibistanan berdidin. Bêguman bi dehan sedem hene ku ew terka dibistanan dikin. Lê tu sedemek di eslê xwe de qasê pewerdeyê girîng nîne û nabe jî. Ji xeyrî xwarina rojane, tu sedemek nîne ku dev ji perwerdeyê were berdan. Mixabin kurdan hê jî qedr û qîmeta perwerdeyê nizanin. Ji bo jenerasyoneke serbilind ku ji xeyrî serwebûnê tiştek qebul neke, divê xwediyê aqilek ji zanebûnê, ji fikr û ramanan, ji asoyeke freh, têr û tijî be. Ciwanek xwediyê mijîyek pûç û vala kî bixwaze barê xwe bar dike ser milê wî heta bi xwe jî siwarê ser milê wî dibe û ew wê rewşê tu caran fêhm nake.

    Ji bo jiyaneke azad, xweş, bi aştî û bextewar, ji her tiştê zêdetir divê jenerasyonek baş perwerdekirî be. Ji bo xewnên xweş û welatek serbixwe her netew, divê vê jenerasyona ku wê azadiyê bi dest bixe, bidomîne. Hevokek kurdan xweş heye ku dive her dê ê bav vê ji xwere bike rêbaz; Dayîkeke biaqil ji hezar mamosteyî çétir e.
    Ananda Latief
    Pedagog û mamoste

    Werger: Nurullah Mirza

    Bi heman mijarî:

    Dibistana ku bi zimanê kurdî perwerde dida hate girtin
    Artêşa Îtalyayê Hêzên Pêşmerge perwerde dike
    DAIŞ li ser kuştinê zarokan perwerde dike
    DYAyê ji bo ‘perwerde û çekdarkirin’ê qiyametek pere avêtin sergoyê
    Partiyên kurd çibikin leşkerên nû, yên ku ji alî hevkaran ve hatine perwerde kirin?
    Etîketan:
    Perwerdeya zarokan, Jenerasyona nû, Ananda Latief, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de