03:16 23 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Efkan Ala

    Wezîrê Tirk: ‘Em amadehiya operasyonên bajarên kurdan dikin'

    © Foto: AA/Mehmet Ali Özcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55210

    Wezîrê Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê Efkan Ala sinyala komkûjiyên nû da û ragihand ku li Gever, Şirnex û Nisêbînê amadehiyên operasyonên nû dikin.

    Navenda Nûçeyan — Li gelek bajarên kurdan ji hêla artêşa tirk êriş û operasyon hat lidarxistin û di encamê de bi sedan welatiyên kurd hatin qirkirin.

    Dewleta tirk ku dev ji polîtîkayên qirkirinê bernade, vê carê hewl dide ku heman tiştî li Şirnex, Gever û Nisêbînê pêk bîne.

    Wezirê Navxweyî yê Tirkiyeyê Efkan Ala îro bi daxuyaniyek ragihand ku ew ji bo Şirnex, Gever û Nisêbînê amadehiya operasyonan dikin.

    Ala got: ‘Li Gever, Şirnex û Nisêbînê gelek barikat û xendek hene. Li ku xendekek hebe wê bê girtin û emê van bajaran ji terorîstan paqij bikin. Em niha amadehiya operasyonan dikin, piştre em ê operasyonan bidin dest pê kir.'

    Li ser vê daxuyaniya Ala li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê, ji Mêrdînê ber bi Nisêbînê ya ku êrişên qirkirinê lê didomin, gelek wesayîtên zirxî tên sewq kirin.

    Hat ragihandin ku danê nîvro ji 20î zêdetir wesayîtên zirxî ji Mêrdînê ber bi navçeyê ve ketin rê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Efkan Ala medyaya xwe derewand
    GEVER - Arteşa Tirkiyayê amadekariya operasyonan dike
    YPS Gever hate îlankirin!
    Davutoglu: Dibe Cizîr û Gever bibin parêzgeh
    Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê
    Li sînorê Gever-Şemzînan tevgera balafirên şer
    Sewqiyata cebilxaneyan ji bo Gever û derdorê bê navber didome
    Etîketan:
    kurd, pevçûn, Şer, Efkan Ala, Şirnex, Gever, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de